NÛÇE
Gelê bakur û rojhilatê sûriyê di
heman dema êrîşên dewleta tirk de, xwe ji her êrîşekê re amede dike.
Bi girseyeke mezin şêniyên bajarê
Minbicê lidijî êrîşên dagirkeriyên ên li ser herêmê rabûn ser piyan û
piştgiriya xwe bi hêzên QSD re nîşan dan.
Şaredariya
gel a navçeya til Temirê bi
daxuyaniyekê êrîşên
artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir, her
wiha Nivîsîngeha Kesên Pêdiviyên Taybet li Herêma Firatê jî ragihand ku êrîşên
Tirkiyê hejmara Kesên Pêdiviyên Taybet zêdetir dike.
Artêşa Tirk
a dagirker li taxa Kaniya Kurdan a bajarê kobanê zarokek birîndar kir.
Hevseroka Partiya Yekîtiya
Demokratîk PYD'ê ya navçeya Amûdê Minewer Xalid da zanîn ku PKK'ê doza rewa ya
gelê Kurd bi cîhanê da naskirin.
Li gorî amarên herî dawiyê yên ku
QSD'ê belav kirine, di encama êrîşên Tirkiyê de 45 navendên xizmetguzariyê
hatine rûxandin.
Li reqayê jî bi heman armancê şênî
herîkn qadan û bi tundî êrîş û tundiya li ser şermezar kirin.
Bi hezaran Şêniyên Kobanê
bi xwepêşandaneke girseyî Tundiya li ser jinan û Êrîşên dewleta tirk şermezar
kirin .
Têkildarî êrîşên Dewleta
Tirk a dagirker ên bi balafirên şer û bê mirov li dijî herêmên bakur û
rojhilatê sûriyê, rewşenbîrên herêmê li navenda Hevgirtina
Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK ê civînek li dar xist .
Endamên çand û huner a navenda baqî
xido ya bajarê kobanê ji bo bersivdayina êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li
ser herêmê peyama berxwedanê dan .
Jinên Rêveber ên bajarê
Reqayê bi boneya 25 mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê balkişand
ser rola jinê di qadên civakê de û têkoşîna wê li kêleka mêr.
Îro 25 mijdarê roja Cîhanî
ya Tekoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan e , derbarê vê rojê de Rêvebera Kongra
Star a Kantna Qamişlo Rodîn Îsa û Berdevka Rêzistina Sara Arzo Temo nirxandin
kirin.
Bi hezaran koçberên Efrînê û welatiyên Kantona şehbayê
cenazeyê 5 şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê ku di êrîşên dewleta tirk de Şehîd
bibûn, li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê oxirkirin.
Berdevka
Encumena Ciwanan a partiya Sûriya Pêşerojê Bêrîtan Roj derbarê Êrîşên dewleta Tirk
ên li dijî herêmê diyar kir ku armanca Sereke ji Êrîşan valakirina Herêmên
bakur û rojhilatê Sûriyê ye.
Şêniyên
bajarê Qamişlo li hember êrîşên hovane yên dewleta tirk a dagirker, bertek
nîşan dan.
Siyasetmedar
û rêveberên bajarê Reqayê Êrîşên Dewleta Tirk bi tundî Şermezar kirin û tekez
kirin ku Dewleta tirk bi êrîşan dixwaze Qeyranên xwe yên navxweyî û Aborî
veşêre.
Şêx û rûspiyên bajarê Reqayê bang li civaka navnetewî kirin ku Sînorekî
ji êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li dijî herêmê re daynin û tekez kirin ku
Ew ê bi hêzên QSD re êrîşan vala derbixin.
Encûmena
Sûriyeya Demokratîk MSD îro ji
bo nirxandina bandora gefên Tirkiyê û Ihtîmalên êrîşan li ser Sûriyê,
civînek berferh
lidarxist.
Bi armanca Şermezarkirina
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên şer li dijî herêmên bakur û
rojhilatê sûriyê, li minbic û şehbayê xwepêşandan hatin li dar xistin.
Hevserokê desteya karûbarên civakî
ya Reqayê Cîhad Hesen ragihand ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze demografya
herêmê biguherîne.