NÛÇE
Bi gotina "hewl didin binesaziya herêmê
têkbibin û herêmê ji xelkên resen vala bikin"
Hevserokê Encumena Zagonsaz a bajarê Reqayê Xalid Berkil ji rojava tv re
nirxandin kir û diyar kir ku Bê dengiya cîhanê li hember kiryarên dewleta tirk
sûceke.
Hevserokê desteya
tenduristiyê ya Herêma Firatê Dr. Ehmed Mehmûd ji Rojava TV re ragihand ku
dagirkeran take nexweşxaneya taybet bi zarokan li ser asta herêma Firatê
rûxandin.
Bi rêya daxuyaniyan
tevger û saziyên herêmê bertek û nerazîbûnên
xwe li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmê nîşan didin.
Rêveberiya Xweser derbarê
geşedanên dawiyê de kongreke çapemeniyê saz kir û aşkere kir ku êrîşên Tirkiyê
zindîbûnê didin DAIŞ'ê û metirsiya wê li ser tevahî cîhanê heye.
Jinên bajarê kobanê îro bi boneya
25 mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, meşek lidarxist.
Welatiyên herêma cizîrê 2 şehîdên
berxwedanê li goristana şehîd delîl saroxan li bajarê Qamişlo oxir kirin.
Endamên encumena malbatên
şehîdan ên Hesekê gotin ku bêdengiya hevpeymaniya navdewletî û Rûsya nîşana
hevkariya bi êrîşan re ye.
Bi
hezaran ji pêkhateyên herêma Cizîrê 11 şehîdên komkujiya Dêrikê îro li Goristana Şehîd Xebat
Dêrik ya li navçeya Dêrikê spartin axê.
Hevseroka
encumena zagonsaz a Herêma Firatê Fewziye Ebdî dibêje gelê Bakur û Rojhilatê
Sûriyê ti metirsiyê li ser ewlekariya Tirkiyê çênake û armanca êrîşan qirkirina
gel e.
li
seranserî herêmên bakur û rojhilatê bertek û nerazîbûnên tund li hember êrîşên
dewleta tirk derketin pêş.
Hevserokê
nivîsgeha parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El- Asî dibêje ku Tirkiyê ji bo
ku êrîş bike û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, teqîna Stenbolê weke bihane
bi kar tîne.
Bi armanca
şermezarkirina bombebarana dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên bakur û
rojhilatê sûriyê, li kobanê û eyn îsa xwepêşandan hatin lidarxistin.
Jinên siyasetmedar bêdengiya hêzên navdewletî li hember êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk têkbirina aramiyê ye.
Îro bi hezaran kes û ji pêkhateyên herêma Cizîrê ku di nav de Kurd, Ereb û Suryan, li bajarê Dêrikê kom bûn û beşdarî merasîma oxirkirina 12 şehîdên komkujiya Dêrikê bûn.
Cîgirê hevserokatiya encumena
cîbicîkar a Herêma Firatê, Nîhad Ehmed da zanîn ku dewleta Tirk bi van êrîşan
dixwaze krîzên xwe yên navxweyî veşêre.
Encumena cîbicîkar a Herêma Firatê,
Malbatên şehîdan û encumena sivîl a Reqayê êrîşên bêserûber ên dagirkeriya Tirk
şermezar kirin û gotin ku armanca wê têkdana ewlehiya herêmê ye.
Welatî û rûspiyên Bakur û Rojhilatê
Sûriyê êrîşên Tirkiyê bi tundî şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo Rêveberiya
Xweser û QSD'ê piştrast kirin.
Îro li seranserî herêmên bakur û
rojhilatê sûriyê şênî bi girseyek mezin daketin qadan û bertekên xwe li hember
êrîşa balafirên dewleta tirk a dagirker nîşan dan.
Li navçeya Amûdê jî ji bo şemezarkrina
Êrîşan gel bi hêrseke mezin xwepêşandanek li dar xistin .
Bi armanca şermezarkirina
bombebarana dewleta Tirk a dagirker ku şevê din li djjî herêmên bakur û
rojhilatê sûriyê pêk anî , li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Suriyê meş û
xwepêşandan hatin lidarxistin.