NÛÇE
Hevseroka
Buroya parastinê ya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê sûriyê Beyan Elî Li
hember êrîşên dewleta tirk li ser herêmê tekez kir ku ew weke Hêzên Leşkerî her
dem amade ne ku parastina gel û xaka xwe bikin.
Encumena Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Amûdê bi boneya
salvegera 18’emîn a şehadeta hevala wan Şîlan Kobanê û 4 hevalên wê ku di 29`ê
Mijdara 2004`an de li Mûsila Iraqê di encama êrişekê de şehîd bibûn,
daxuyaniyek da.
Li bajarên
Til Temir û Reqayê welatî, ciwan, şêx û rûspiyan bi daxuyaniyan êrîşên dewleta
Tirk a dagirtker ên li dijî herêmê şermezar kirin.
Welatiyên
bajarê Reqayê jî gotin ku dewleta tirk bi êrîşên xwe ên li dijî bakur û
rojhialtê sûriyê şerê sivîl û binesaziya herêmê dike.
Şêx û
Rûspyên reqayê gotin ku dewleta tirk di êrîşên li ser herêmên bakur û rojhilatê
sûriyê de hemû pêkhateyan dike hedef.
şêniyên
Minbicê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê
Sûriyê şermezar kirin.
Bi sedan şêniyên bajarê
Reqayê ji bo şermezarkirina êrîşên
berdewam ên dewleta tirk li dijî bakur û rojhilatê sûriyê, meşek girseyî
lidarxistin.
Têkildarî 18 emîn salvegera
şehadeta Şehîd Şîlan Kobanê û 4 hevriyên wê ku di 29 mijdara 2004 an de li
bajarê Mûsilê yê Iraqê di encama kemînekê de şehîd bûbûn, Partiya Yekîtiya
Demokratîk PYD a herêma firatê îro daxuyaniyek da.
Têkildarî êrîşên li ser herêmê,
hunermendên bajarê kobanê tekez kirin ku Ew ê bi hunera xwe şoreş û
destkeftiyên xwe biparêzin.
Encumena malbatên şehîdan a
Efrînê jî bi daxuyaniyekê şehîd Şîlan Kobanê û 4 hevrêyên wê bi bîr anî.
Cîgirê hevserokatiya encumena giştî
ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman got ku dewleta Tirk bi hedefgirtina navendên
xizmetguzariyê dixwaze demograya herêmê biguherîne.
Serokê Nivsîgeha Kar û Barên Penaber û Koçbern a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed behsa êş û azarên koçber û penberan bi hatina demsala zivistanê re dike..
Ji ber barîna barana Dijwar ya beriya Çend Rojan nêzî 285 çadirên koçberên kampa Serêkaniyê zirar dîtin.
Derbarê êrşên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmên bakur û rojhelatê sûriyê siyasetmedarên bajarê reqayê gotin ku dewleta tirk di êrîşên li ser herêmê de her cûre çekan bikar tîne.
Bi sedan şêniyên kantona Hesekê
cenazeyên 5 şehîdên ku di êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û
Rojhilatê Sûriyê de şehîd bibûn , bi merasîmekê li goristana şehîd Dijwar a li
gundê Dawidiyê ya bajarê Hesekê oxir kirin.
Kombûna jinên zenûbya ya
bajarê Reqayê îro bi daxuyaniyekê bang li gelê herêmê kir ku li hember êrîşên
qirkirinê destkeftiyên xwe biparêzin.
Bi armanca pîrozkirina
salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan PKK'ê, Însiyatîfa Gel a
Navçeya Amûdê jî meşek li dar xist
Derbarê êrîşên dewleta tirk a
dagirker ên li ser herêmên bakur û rojhelatê sûriyê Cîgirên Encumena Sivîl a
bajarê Reqayê diyar kirin ku dewleta tirk bi pêkanîna teqîna li stanbolê armanc
dikir ku rêveberiya xweser têk bibe.
Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên
xwe yên li ser herêmê de binesaziya herêmê dike hedef..
Bi
sedan şêniyên herêma firatê 44 emîn salvegera damezrandina Partiya karkerên
Kurdistanê PKK li bajarê Kobanê pîrozkirin.