NÛÇE
Bi boneya
nêzîkbûna ji serê salê re kamereya RojavaTV derbasî nava bazara bajarê Qamişlo
bû û amedekariyên şêniyên herêmê ji vê boneyê re şopand.
Bi heman armancê ciwanên kobanê meşeke erebeyan li dar xistin û banga
azadiya fîzîkî ya rêber ocalan kirin .
bi
salvegera 5emîn a şehadeta nûçegehanê ajansa ANHAyê Rizgar Adanmiş, xebatkarên ajansê ji RojavaTV re axivîn û teqezkirin
ku ew bi biryar in rêya şehîd Rizagr bişopînin.
Encumena sûriya demokratîk MSD`ê li Qamişlo bi dirûşma
“Êrişên Tirkiyê û bandorên wê li ser çareseriya siyasî ya Sûriyê” panelek li
dar xist.
Tevî
Êrîşên Domdar ên Dewleta tirk li ser herêmê Şêniyên Gundê Cêşan ê Kantona
Kobanê li ber xwe didin û dest ji axa xwe bernadin .
Hevgirtina rewşenbîrên
Rojavayê Kurdistanê, vê sibehê kongreya xwe ya 8'emîn li bajarê Qamişlo li dar
xistin.
Têkildarî Dorpêça Hikumeta
Şamê ya li ser Kantona Şehbayê û Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ,Şêniyên bajarê
Qamişlo dibêjin ku armanca hikumeta Şamê ji dorpêçê ew e ku gel teslîmî
polîtîkayên xwe yên qirêjî bike .
Encuemna Giştî ya Reqayê bi
Hevkariya Komîteya Azadiya Rêber Ebdullah Ocalan, îro çalakiya Konvedanê li
bajarê Reqa li dar xist.
bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî
ya li ser rêber abdulah ocalan şêniyên reqa daketin qadan û berxwedana rêber
ocalan silav kirin ,
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li
navçeya til Temirê ji bo nirxandina geşedanên dawî li herêmê, îro komcivînek li
dar xist.
Gelê Kurdistanê di derbarê
rewşa Rêber Abdullah Ocalan de bi fikarin
Proseya
belavkirina mazotê li kantona hesekê ber bi dawiyê ve diçe û li gorî komîteya
sotemeniyê ya kantonê wê di heftiya bê de belavkirin bi dawî bibe.
Rêveberê giştî yê dibistanên herêma
firatê Kamîran Osman tekez kir ku Eger êrîşên dewleta tirk berdewam bikin dê bi
hezaran xwendekar ji perwerdeyê bê par bimînin.
Hevseroka tevgera ciwanên şoreşger
a Reqayê Buşra El- Ehmed dibêje armanca tecrîda li dijî Rêber Ocalan têkbirina
vîna gelên Rojhilata Navîn e.
Ji bo şermezarkirina tecrîda li
dijî Rêber Abdullah Ocalan, tevgera ciwanên şorşeger li kantona Şehbayê îro
çalakiyeke konvedanê li dar xistin.
Endamên
parastina civakî HPC ên bajarê reqayê destnîşan kirin ku parastina cehwerî rêya
yekane ya li hember gef û êrişên li dijî herêmê ye.
Serokê Encumena Rûspiyên bajarê
Reqayê Umar Zêdan têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî bakur û rojhilatê
sûriyê, anî ziman ku Êdî gel ji planên dewleta tirk hişyar in û ew ê bi
hevgirtina xwe bajarên xwe biparêzin.
Jinên rêvebir ên bajarê Reqayê tecrîda giran ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û dan zanîn ku ev tecrîd Rêber Ocalan ji mafên wî yên kesayetî û mirovî bêpar dike.
Dewleta Tirk a dagirker gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 rojane topbaran dike.
QSD′ê li Hol, Til Hemîs û Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ′ê û 2 çeteyên berpirsên dabînkirina çek û cebilxaneyan ji şaneyên terorîst ên hewl didan êrişî kampa Holê û girtîgehan bikin, girtin.