NÛÇE
Dewleta Tirk a dagirker gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 rojane topbaran dike.
QSD′ê li Hol, Til Hemîs û Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ′ê û 2 çeteyên berpirsên dabînkirina çek û cebilxaneyan ji şaneyên terorîst ên hewl didan êrişî kampa Holê û girtîgehan bikin, girtin.
Gerîla TV dîmenê cenazeyê leşkerê bi navê Mustafa Bazna weşand. Ev leşker li Qada Berxwedanê ya Girê FM a Metînayê hatibû cezakirin.
QSD′ê
li Hol, Til Hemîs û Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ′ê û 2 çeteyên berpirsên
dabînkirina çek û cebilxaneyan ji şaneyên terorîst ên hewl didan êrişî kampa
Holê û girtîgehan bikin, girtin.
Hêzên
Sûriya Demokratîk QSD’ê têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî
daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di
daxuyaniyê de hat gotin ku bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên
li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, şaneyên DAIŞ′ê ketin tevgerê û
hewl dan êrişên terorê li dijî deverên cuda wekî Dêrazor, Hol û Til Hemîsê pêk
bînin.
Yekîneyên
Antî Terorê YAT bi hevkariya Hêzên hevpeymaniya Navneteweyî li dijî cihên li
herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku şaneyên DAIŞ′ê xwe lê vedişartin, 3
operasyon pêk anîne.
Di
van operasyonan de serçeteyekî DAIŞ′ê, 2 çeteyên berpirsên peydakirina çek û
cebilxaneyan ji şaneyên terorîst yên ku hewl didan êrişî kampa Hol û girtîgehan
bikin, hatine girtin, gelek çek û cebilxaneyên bi wan re jî hatine desteserkirin.
Li
gorî daxuyaniya QSD`ê, operasyon ji 7 heta 10′ê Kanûnê li bajarokê Holê, Til
Hemîs û Dêrazorê hatine lidarxistin û ev çek hatine desteserkirin:
Kilaşînkovek, Dabançeyek, 2 Bombe, Dûrbînek, 4 Rext, gelek Carcûr û Cebilxane,
Mîqdareke madeyên taqemeniyê û
hejmarek telefonên destan.
Parêzerên Reqa û Tebqayê dibêjin ku
armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker ew e ku aramiya herêmê têk bibe û pêleke
koçberiyê di nava xelkê de belav bike.
Komxebata nivîsgeha kombûna jinên zenûbya ya bajarê Reqayê ku doh Bi boneya roja cîhanî ya mafê mirovan hate li darxist û têde daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir bi pêşnûmeyekê bidaw bû .
Bi mebesta xweşikkirin û
bedewkirina bajarê Qamişlo. Îro bi serperştiya Şarderiya Bajarê Qamişlo,
Komîteya Şerderiyên Kantona Qamişlo û Rêveberiya Ekolojîk a Herêma Cizîrê kampaniya çandina daran hate li dar xistin.
Rêxistinên mafê mirovan û
parêzerên herêmê dibînin ku ambaroya giran a ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve li
ser kantona Şehbayê htiye ferzkiriye encamên civîna sûtçîya 19'e ye..
Derbarê Êrîşên Dewleta Tirk
a dagirker yên li dijî herêmê, D.R Dirbas Mamo di komîteya Şopandina
Tenduristiyê ya Kontona Hesekê de diyar kir ku Dewleta Tirk bi Hedefgirtina
saziyên Tenduristirê û nexweşxaneyan Pîvanên mafê mirovan binpê dike .
Bi sedan welatiyên navçeya Amûdê bi
armanca şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêber Abdulah Ocelan daketin
qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocelan kirin..
Buroya têkiliyan a Partiya
Sûriya pêşrojê ya Reqayê ji bo nirxandina geşedanên dawî li herêmê û bandora
êrîşan li ser civakê, komxebatek lidarxist.
Malbatên Şehîdan ên bajarê Reqayê Derbarê binpêkirinên dewleta Tirk de
helwesta xwe anîn ziman û diyar kirin ku zarokên wan ji bo misogerkirina Ewlehî
û Aramiya Herêmên xwe canê xwe feda kirin.
Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn ku
tekane nexweşxane li Şehbayê ye hişyariyê dide ku ji ber dorpêça Hikûmeta Şamê,
dibe ku nexweşxane ji kar derkeve.
Derbarê
êrîşên dewleta tirk a dagirker ên rojane li ser herêmên Bakur û Rojhelatê
Sûriyê ên bi balafirên şer û yên bê mirov têne kirin, Encumena Sûriya
Demokratîk MSD li reqayê li ser rewşa siyasî ya li herêmê rû dide panelek bi
dirûşmeya êrîşên dewleta Tirk li dar xist.
Berpirs û rayedarên
Rêveberiya Xweser dibêjin Tirkiyê bi hedefgirtina navendên xizmetguzariyê
dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.
Drebarê hedefgirtina binesaziya
herêmê, Serokê Ofîsa Enerjî û Veguhastinê ya Kantona Hesekê azad Silêman tekez
kir ku armanca dewleta tirk şikandina vîna gel e .
Bi boneya roja cîhanî ya
kesên xwedî pêdiviyên taybet, Komîteya Şarederiyan bi hevkariya komîteya
karûbarên civakî re parkek bi navê" El-Rabîta" li bajarê minbicê
vekir.
OFÎSA AVÊ YA REQAYÊ: SEDEMA QIRÊJBÛNA AVA ÇEMÊ FIRATÊ HERIKÎNA LEHIYANE
Welatiyên
bajarê reqayê diyar kirin ku Êrîşên Tiriykê rê dide ku DAIŞ xwe jinûve zindî
bike, her wiha tekez kirin ku ew ê bi yek destî li ber xwe bidin.
Rêveberên
Yekîtiya Mamostayan a Reqayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û
Rojhilatê Sûriyê ku gel û binesaziyê dike hedef şermezar kirin û helwesta xwe
ya li gel Hêzên Sûriya Demokratîk û parastina herêmê li hember êrîşên dewleta
Tirk tekez kirin.