QSD LI HOL, TIL HEMÎS Û DÊRAZORÊ SERÇETEYEK DAIŞ’Ê Û 2 ÇETE GIRTIN

18 Views
Published on 13 Dec 2022 / In NÛÇE

⁣QSD′ê
li Hol, Til Hemîs û Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ′ê û 2 çeteyên berpirsên
dabînkirina çek û cebilxaneyan ji şaneyên terorîst ên hewl didan êrişî kampa
Holê û girtîgehan bikin, girtin.

Hêzên
Sûriya Demokratîk QSD’ê têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî
daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di
daxuyaniyê de hat gotin ku bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên
li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, şaneyên DAIŞ′ê ketin tevgerê û
hewl dan êrişên terorê li dijî deverên cuda wekî Dêrazor, Hol û Til Hemîsê pêk
bînin.

Yekîneyên
Antî Terorê YAT bi hevkariya Hêzên hevpeymaniya Navneteweyî li dijî cihên li
herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku şaneyên DAIŞ′ê xwe lê vedişartin, 3
operasyon pêk anîne.

Di
van operasyonan de serçeteyekî DAIŞ′ê, 2 çeteyên berpirsên peydakirina çek û
cebilxaneyan ji şaneyên terorîst yên ku hewl didan êrişî kampa Hol û girtîgehan
bikin, hatine girtin, gelek çek û cebilxaneyên bi wan re jî hatine desteserkirin.

Li
gorî daxuyaniya QSD`ê, operasyon ji 7 heta 10′ê Kanûnê li bajarokê Holê, Til
Hemîs û Dêrazorê hatine lidarxistin û ev çek hatine desteserkirin:
Kilaşînkovek, Dabançeyek, 2 Bombe, Dûrbînek, 4 Rext, gelek Carcûr û Cebilxane,
Mîqdareke madeyên taqemeniyê û
hejmarek telefonên destan.

Show more

Up next