NÛÇE
Endamê Desteya rêveber a
Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Xalid Ibarhîm got, xelkên
Efrînê berxwedaneke dîrokî meşandin, lê Efrîn di encama komployekê de hate
dagirkirin.
Li bajarê Qamişlo agir bi depoyeke
petrolê ket, di encamê de zirarên madî çêbûn.
Li depoyeke petrolê ya li nêzî
Çerxerêya Şehîd Aras Xanîka ya taxa pîşeyî ya kevn a li rojhilatê Qamişlo,
şewat çêbû.
Li gorî nûçeghanê ROJAVA TV, di
encama şewatê de ziyaneke madî mezin êçbû, Tîmên agirkujiyê yekser berê xwe dan
cihê bûyerê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî tedbîrên pêwîst girtin.
Sedema şewatê hîna nehatiye zanîn.
Di derbarê salvegera dagirkirina
Efrînê de, Endamê Desteya Cîbcîkar a Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya
Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Ibarhîm got Efrîn di encama bazarek
siyasî de hat dagirkirin.
Her wiha diyar kir, heta herêmên
dagirkirî hebin ti çareserî ji bo pirsgrêkên Sûrî çênabin.
Li dibistana kampa Serê Kaniyê ya
koçberan, xwendekaran dest bi pêşkêşkirina ezmûnên dawiya qonaxa yekemîn
kirine.
Li bajarê Reqayê duh, mamosta Nûra El
Ehmed ya 25 salî û keça wê ya 8 salî, di
mala xwe de li ser destê kesên nenas hatin kuştin.
Navenda çand û hunera Baqî
Xido ya bajarê Kobanê, perwerdeyeke şanoyê ji ciwanan re vekiriye. Ciwan
waneyên teorî destpêkê distînin û paşê wê di pratîkê de bi cih dikin.
Ji ber barîna baranê, rêya taxa
rojava ya navçeya Eyn Îsayê xirab bûye û şênî diyar dikin ku ew zehmetiyan
dikşînin.
Rêveberê tîma destwerdanên lezgîn a
bajarê Reqayê Ehmed El- Hac got, di demên dawiyê de ji ber bikarnîna bermahiyên
petrolê, gelek rewşên şewatê rû dane.
Koordînasyona Kongra Star a Bakur û
Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya 9′emîn lidarxist û li ser girîngtirîn xebatên
konferansê yên di 2 salên borî de hatin nîqaşkirin û ji bo salên pêş de
projeyên nû hatin pêşkêşkirin, ku dê di sala niha de li ser bên xebitandin.
Gerînendeya
Têkiliyên Derve 14’ê çileyê civîna xwe ya salane lidar xistibû encama civîna
xwe eşkere kir.
Di
civînê de Hevserokê gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran
Çiya Kurd behsa girîngiya kar û xebatên dîplomatîk a stratejîk di pêvajoya bê
de kir û got “Divê kar û xebat di warê diplomatic de werin pêşxistin.”
Ji ber kêmbûna ava Çemê Firatê, bandoreke mezin li tevahî kertan bûye û elektrîk jî pir kêm bûye.
Endamên Partiya Sûriya Paşerojê ya Bajarê Reqayê anîn
ziman ku Destwerdanên aliyên derve li Sûriyê temenê aloziyê dirêjtir dike û
gotin: Ew ê bi rihê şerê gelê şoreşgerî li ber planên tirkiyê biserbikevin.
Di
derbarê sedana desteya
Jîngejê ji Firansayê re Hevseroka
Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê Bêrîvan Umer
nîqaşên di serdanê de hatin kirin ji ROJAVA TV re got.
Di derbarê projeyên komîteya
jîngehê ya sala 2022′an hevseroka
desteya rêveberiya herêmî û jîngehê ya herêma cizîrê Bêrîvan Umer ji
ROJAVA TV re hin projeyên sala 2022′an parve kir.
Komîteya
Şaredariyan a Encumena kantona Girê Spî îro bi şahiyekê parka jin vekir.
Hevserokê Rêveberiya Xwecihî û
Jîngehê a herêma Cizîrê Silêman Ereb têkildarî projeyên sala 2023 an de ji
Rojava TV re axivî .
Buroya Peywendiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane lidarxist.
Civîna salê ya Jinan a Desteya
Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê bi beşdariya hevserokên
şaredariyên herêma Cizîrê, endamên saziyên şaredariyan, nûnerên encumena
Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Kongra Star û PYD’ê
li avahiya encumena zagonsaz a navçeya Amûdê hat lidarxistin.
Rêveberê Navenda
Jeostratejîk a Lêkolînan Ibrahîm Gaban: Armanca êrîşên dewleta Tirk valakirina
herêmê ji sivîlan e.
Ibrahîm Gaban: Hikûmeta
Şamê dorpêçê weke zextekê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne.
Zimanê kurdî li Bajarê
Reqayê weke waneyên sereke li dibistanan tê dayîn, xwendekarên ji pêkhateyê
Ereb jî fêrî Zimanê kurdî dibin.