NÛÇE
Hevserokê Encumena Zagonsaz
a bajarê Minbicê Mihemed Elî El-Ebo diyar kir ku, Hevdîtinên di navbera Şam û
Enqereyê de ti sûdê li gelê sûriyê nake.
Êrîşên
bi balafirên bêmirov li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatine
rawestandin..
Koçberên ji Girê Spî yên ku li
navçeya Eyn Îsayê dimînin, gotin li navçeya Eyn Îsayê jî cihên wan ji aliyê
dewleta tirk ve tên topbaran kirin.
Endama navenda lêkolînan a Jinelojî
Gulistan Arif got, Jineolojî zansita jin û jiyanê ye û armanca wê wekheviyê di
nava civakê de ava bike.
Îro li gelek herêmên bakur û rojhilatê sûriyê
salvegera 10ʹemîn a Komkujiya Parîsê ya li dijî Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û
Fîdan Dogan hate bibîranîn.
Encuma
Cîbicîkar a Herêma Cizîrê bi beşdariya hemû Endamên Encumenê û Nûnerên
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Amûdê civîna xwe ya
salê li dar xist..
Platforma
çalakiyên hevbeş yên Tevger û Rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi
daxuyaniyekê salvegera 10'emîn a komkujiya Parîsê şermezar kir..
Gerînendeya
Avê a Bajarê Qamişlo bi hevkariya Xaça Sor ya Navnetewyî dest bi projeya
çaksazkirina Stasyona duyemîn ya avê dide taxên rojavayê bajarê Qamişlo kir
Nûçeyên Saet Du7\1\2023
Derbarê
nerazîbûnên li dijî hevdîtinên di navbera Rûsya, Tirkiyê û Hikumeta Şamê de
Hevserokê Encumena Girê Spî Hemîd El Ebid got: “Ev hevdîtin piştgiriyek ji bo
Tirkiyê û hilbijartinên wê yên pêşerojê ye”.
Encumena
malbatên şehîdan a bajarê Qamişlo bi merasîmekê li goristana şehîd Delîl
Saroxan 102 şêhîdên di dîrok û cihên cuda de di meha Çile de şehîd bibûn
bibîranîn..
Gerînendeya jîngehê ya herêma
firatê bi armanca parastina jîngeh û çanda daristanan, dest bi hemleyek çandina daran kir.
Bi sedan Ciwanên Partiya Sûriya
Pêşerojê ya herêma Firatê îro li dijî hevdîtinên di navbera Tirkiyê û Hikumeta
Şamê de xwepêşandanek li dar xistin û desteka xwe ji QSD′ê re nîşan dan.
Cîgirê
hevserokatiya Encumena sivîl a Reqayê Ebid el- Selam Hemsorik diyar kir ku Hevdîtinên
di navbera Şam û Enqere de li ser hesabê gelê sûriyê pêk tên.
Desteya
Pêjiyaniyê li bajarê Kobanê dest bi gera li dukanan kiriye..
Tevgera
Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê ya herêma Efrînê li Şehbayê hersê şehîdên Komkujiya
Parîsê ya 9’ê Çileya sala 2013’an bi bîranî..
Rûspiyên
bajarê Reqayê ji Rojava Tv re ragihandin ku armanc ji civîna Sêalî ew e ku plan
li ser gelê herêmê pêk werin û koçberî çêbibe..
Desteya Çandiniyê ya bakur û
rojhilatê sûriyê jî îro ji bo nirxandina kar û xebatên xwe konferansa xwe ya
yekem lidar xist.
Desteya Rêveberiyên Xwecihî
û Jîngehê ya bakur û rojhilatê sûriyê ji bo nirxandina kar û xebatan, civîna
xwe ya salane li darxist.
Encumena giştî ya jinan a
Partiya Sûriya Pêşerojê îro li dijî nêzîkatiyên Tirkiyê û hikumeta şamê,
xwepêşandanek li dar xsit.