NÛÇE
Yek ji
rojnamevanên Efrînî ku şahidê bûyerên li Efrînê ye ji rojava Tv re behsa
kêliyên berxwedanê her weha bûyerên li Efrînê qewimîn kir.
Rêvebera
komeleya mafên mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma got, ji dema dagirkirina
Efrînê û heta vê kêliyê dewleta Tirk a dagirke rû çeteyên wê, binpêkirinan li
dijî xelkê Efrînê didomînin.
Têkildarî
salvegera 5'emîn a êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê Cîgirê hevserokatiya
encumena Cîbicîkar a herêma Cizîrê Mihemed El-Berak got, berxwedana Efrînê
hesabê dagirkeran serûbinî hev kir.
Encumena jin a partiya sûriya
paşerojê li kantona Şehbayê bi armanca bilindkirina asta şerê gelê şoreşgerî di
nava civakê de, panelek li dar xist.
Şêniyên bajarê qamişlo bi
xwepêşandanekê şehîdên QSD ê û Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên li hemberî çeteyên
DAIŞê li zindana sînaa ya li Hesekê şehîdbûn, bibîranîn.
Bi sedan şêniyên bajarê hesekê li
taxa xiwêran ji bo bîranîna şehîdên pêngava Gurzê gelan çalakiyeke bîranînê li
dar xistin.
Koordînasyona Jin a Rêveberiya
Xweser li herêma cizîrê îro bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku Berxwedana Efrînê ya
58 rojan li dijî êrîşên balafirên dewleta tirk, muhra xwe li dîrokê da.
şêniyên
bajarê Reqayê û Koçberên ji herêmên dagirkirî jî bi xwepêşandanekê êrişa
dagirkeriyê ya dewleta Tirk li ser Efrînê şermezar kirin û biryardariya
têkoşînê nîşan dan.
Ji bo başkirina rewşa
xizmetguzariyê, Rêveberiya Tenduristiyê li herêma Cezîrê çend beş li
Nexweşxaneya Gel li Hesekê nû vekirin û hemû xizmetan bi buhayên sembolîk ji
xelkê re pêşkêş dikin.
Dewleta
Tirk a dagirker 20’ê çileya 2018’an êrîşî Efrînê kir û piştî berxwedaniyeke 58
rojan dewam kir Efrîn hate dagirkirn.
Rêveberê Kombenda Hevdestî Iz-Eldîn
Salih ji RojavaTV re axivî û behsa sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna
Dagirkirî ji dema dagirkirinê ve kir û got, kombenda Tazir gelek binpêkirin
belge kirine û ji qada navneteweyî re şandine.
5
sal li ser êrîşa dewleta Tirk a dagirker li dijî kantona Efrînê derbas dibe.
Her weha Cîgira Hevserokatiya
Encumena Rêvebir Emîne Osê got Rêveberiya Xweser bi hêzên xwe yên Leşkerî re ji
dema aloziya Sûriyê destpê kiriye bi hemû karînên xwe hewil da herêmê biparêz
e.
EMÎNA OSÊ - CÎGIRA HEVSEROKATIYA ENCUMENA CÎBICÎKAR
Cîgira Hevserokatiya Encumena
Cîbicîkar di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Emîna Osê ji
Rojava Tv re got êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dikevin
berjewendiya çeteyên DAIŞ’ê de..
Ciwanên li bajarê Kobanê îro
ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistan û îranê xwepêşandanek li dar
xistin.
Komîteya
Tenduristiyê ya bajarê Reqayê
panelek bijîşkî li dar xist.
Yekîtiya hunermendan a
Herêma Firatê bi dirûşmeya huner bîrdanka gelan e, îro konferansa xwe ya
yekemîn li bajarê kobanê li dar xist.
Xwendekarên Kobanê ji
hefteya derbasbûyî ve dest bi pêşkêşkirina ezmûnên dawiya qonaxa yekemîn
kirine.
Endamên Rêveberiya Xweser yên ku
beşdarî civîna salane ya Encumena Giştî bibûn diyar kirin ku wan di civînê de
bal kişandin ser xebatên siyasî yên Rêveberiya Xweser.
Îro Encumena Giştî ya Rêveberiya
Xweser a bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nirxandina karên xwe yên salekê,
civînek li darxist.