NÛÇE
Girêdayî
heman mijarê rojnamevan zenda dîrok ku operasyonê ji nêz ve dişopîne got ,
operasyonê pêşî li gelek planên çeteyên daiş girt û xelkên herêmê bi hêzên
hevbeş ên operasyonê re alîkarin
Doh êvarî Li herêma Firatê
salvegera 8'an a serkeftina Kobanê û salvegera 9′an a damezrandina Rêveberiya Xweser,
bi coşeke mezin hatin pîrozkirin.
Berpirsê navenda Ragihandinê a
hêzên Sûriyaya Demokratîk QSD ê Têkildarî oparasyona Tolhildana Şehîdên Reqayê
nirxandina kir.
Rêveberiya
ofîsa dijî madeyên hişbirê a herêma Cizîrê Nûcan El Hacî da zanîn ku li gor
lêpirsînê madeyên hişbirê ji çar aliyan ve derbasî herêmê dibin.
Nûcan
El Hacî bang li xelkên herêmê kir ku eger bûyereke bi vî rengî rû da berê xwe
bidin navendên Hêzên Ewlekariyê.
Di salvegera 8'an a rizgarkirina Kobanê de, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Rûken Ehmed got, kobanê ji bo tevahî sûriyê û bakur û rojhilatê sûriyê bi taybet bû sembola yekbûna gelan.
Encumena Malbatên şehîdan a
kantona Kobanê bi boneya salvegera 8`an a rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek da û
diyar kir ku gelê herêmê dê li hember dewleta Tirk a dagirker bisekine û rê
nede ku DAIŞ’ê li herêmê zindî bibe .
Tevgera Ciwanên Şoreşger bi meşekê
tecrîda li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin.
Bi boneya salvegera 8’mîn a
berxwedana bajarê kobanê Endamê saziya gaziyan Ciwan Azad li ser bîranînên şerê
kobanê dibêje di şerê li dijî kobanê de 13 hezar çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin û bi bin ketin.
MIHEMED ŞAHÎN: DEWLETA TIRK DI
HEMÛ MILAN DE HEWL DIDE RÊVEBERIYA XWESER TÊK BIBE
Hevserokê Encumena Cîbcîkar a
herêma Firatê Mihemed Şahîn li ser salvegera berxwedana bajarê kobanê ji Rojava
Tv re got: êrîşa DAIŞ ya li dijî kobanê bi armanca tunekirina pergala
Rêveberiya Xweser bû.
Yekitiya Bijîşkan a Bakur û
Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezakirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan daxuyaniyek
da û bang li rêxistinên tenduristî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker
bikin.
Encumena Sûriya Demokratîk MSD îro
li Reqa û Şehba ji bo nîqaşkirina nêzîkatiyên Enqere û Şamê panel li darxist.
Encumena kantona Girê Spî îro bi
daxuyaniyekê sersaxî pêşkêşî malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya taxa
Şêxmeqsûd kir.
Jinên ji bajarê Kobanê jî tecrîda
girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, tecrîd
sûcekî li dijî mirovahiyê ye û divê ku demildest were bidawîkirin.
Her Têkildarî tecrîda li dijî rêber
Ocalan, Rayedarên rêveberiya xweser diyar kirin ku Cezayên displînê yên li dijî
rêbertî tên birîn, li dijî hemû pîvanên mafên mirovan e.
8
sal di ser rizgarkirina bajarê Kobanê re derbas dibin ku niha rewşa bajarê
kobanê ya ewlehî aram e.
Bajarê
kobanê 26’ê çileya 2015’an hate rizgarkirin.
Xelkên
kobanî dibêjin, ji dema Rêveberiya Xweser derbasî Kobanê bûye, her tişt ji wan
re peyda kiriye.
Rêxistinên civaka sivîl,
îro li bajarê Reqayê civîna xwe ya salane li dar xistin û xebatên xwe yên sala
2022'yan nîqaş kir.
Bi
boneya 5'emîn salvegera destpêkirina
êrîşên li dijî Efrînê xwendekarên Zanîngeha Rojava panelek li dar xistin.
Saziyên
hiqûqî, sivîl û partiyên siyasî yên herêma Efrînê bi daxuyaniyekê bang li komîteya pêşîlêgirtina êşkenceyê ya
neteweyên yekbûyî CPTʹyê kir ku der barê rewşa tenduristî ya rêber
Abdullah Ocalan de agahiyan bide.
Şêniyên ji bajarê Kobanê
tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, heta
pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ew ê têbikoşin.