NÛÇE
Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê KKP’ê Sînan Çîftyurek ji Rojava TV re
behsa tecrîda li Îmraliyê û gefên
Tirkiyê yên li dijî Rojava dike.
Hevserokê encumena cîbicîkar a Herêma Efrînê Silêman Cafer ji Rojava TV
re behsa rewşa Kurdên Êzidî yên li nava Efrînê dike.
Dewleta Tirk rêjeya ava çemê Firatê bi ser xaka Sûriyê de roj bi roj
kêmtir dike û ev yek bandoreke neyînî li çandiniya herêmê û hilberandina
kehrebeyê dike.
Hevserokê
nivîsgeha enerjiyê ya Kantona Qamişlo Mihemed Ebdullah dibêje, ji bo
sivikkirina barê xetên elektrîkê yên ji navçûyî, ew wan xetan çaksaz dikin û bi
hev diguherin.
Endamên kongra Star ên kantona Şehbayê behsa giringiya şerê gelê
şoreşgerî dikin û diyar dikin ku civak li gorî wê jiyana xwe bi rêxistin dike.
Berdevkê
Rêxistina Mafê mirovan a Efrîn – Sûriyê Ibrahîm Şêxo Têkildarî binpêkirin û
Qutkirina Daran li Efrîna Dagirkirî tevlî bernameya Eyn Ele El-Meşhed ya li ser
Ekrana Rojava Tv bû.
Her ku dice kampaniya komkirina imzeyan berfireh dibe û
derbasî tevahî herêman dibe
Gelê
herêmê bi dilgermahî û hêvîyeke mezin tevlî kampaniya îmzeyan a ji bo azadiya Rêber
Ocalan dibin.
Dewleta Tirk tecrîda li dijî Rêber Ocalan daye meşandin ev zêdetirî 22 mehan e didome,
û herî dawî qedexeya hevdîtinê heta 3 mehên din jî bi hinceta cezayê dîsîplînê,
dirêj kir.
Xelkên Efrînî
yên li kampên kantona Şehba dijîn, ji ber dorpêça girankirî ya ji aliyê
hikûmeta Şamê ve û nebûna mazotê û derman rastî zehmetiyên mezin tên.
Derbarê gefên dewleta Tirk a
dagirker û zindîbûna çeteyên DAIŞ'ê de, rêveberên akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî
ya Herêma Firatê gotin, dewleta Tirk bi gef û êrîşên xwe zindîbûnê dide DAIŞ'ê.
Rêveberê nivîsgeha ragihandinê ya
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdullah El- Sedûn got,
armanca operasyona tolhildana şehîdên Reqayê ku rê li ber zindîbûna DAIŞ'ê were
girtin.
Operasyona hêzên
parastina Şengalê ku li wê deverê dane destpêkirin dewam dike.
Jinên Ji Şengalê hêzên
YBŞ’ê û YJŞ’ê û asayîşa Êzidxanê spas dikin ku herêmên wan ji sîxuran paqij
dikin.
Komxebata Endazyarî ya Yekemîn a
Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku du rojan li
hola Çandê ya Serdemê ya bajarê Hesekê berdewam kir bi encamnameyekê bi dawî
bû.
Her wiha Ji bo pêşxistina sîstema
bajarvanî û xebatên şaredariyan pêşniyar hatin pêşkêşkirin.
Hevseroka berê ya Herêma Efrînê
Hêvî Mistefa: Damezirandina Rêveberiya Xweser rojeke dîrokî bû.
Rojnamevan Elaa Hiso ku
operasyona Tolhildana Şehîdên Reqayê dişopîne, ji Rojava TV re behsa rêveçûna
roja 5'an a xebatên operasyonê dike.
Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Eyn Îsayê paneleke diyalogê
li dar xist û tê de bang li ciwan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber
Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.
Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bi boneya 9'emîn salvegera damezirandina xwe, li kantona
Şehbayê daxuyaniyek da.
Şêniyên
kantona Qamişlo cenazeyê şehîd Leyla Ehmed bi merasîmekê li goristana Şehîd
Delîl Saroxan spartin axê.
Rewşenbîrên ji bajarê Hesekê tecrîda girankirî
ya li dijî rêber Abdullah Ocalan red kirin û tekez kirin ku cezayên dîsplînê ,
li dijî zagon û pîvanên mafên mirovan in.