- ROJBAŞ
- GERA ÇAPEMENIYÊ
- عين على المشهد
- NÛÇE
- الأخبار
- SERPÊHATIYA MALEKÊ
- ديرتنا
- قناديل
- ABORIYA CIVAKÎ
- TENDURISTÎ
- RAVE
- المحاور
- حديث الأسبوع
- والحل
- DURBÎN
- TEVNA HÛNERÊ
- ŞEVBIHÊRKÊN KOBANÊ
- ليالي الفرات
- AX Û WELAT
- TURIKÊ PIRSAN
- واحة الثقافة
- مرآة الحياة
- REWŞ Û BÎR
- BERNAMEYA JIN (KURDÎ)
- FIRATÊ
- DENGÊ ŞEHBA DENGÊ ŞEHBA
- STRANÊN WELAT
- Rojava Firatê
- Rojava Firatê
- WÊJE
- AWAZÊN WE
- الحصاد الرياضي
- ÇANDA DAYÎKÊ
- BÎRDANKA WÊJEYÊ
- GUL FEROŞ
- NERÎN
- SERPÊHATIYÊN DAYIKAN
- PÊŞENGÊN ŞOREŞÊ
- PANORAMA
- ŞOPÎNER
- DÎROKA ~ M
- DÎROKA ~ M
QSD LI HOL, TIL HEMÎS Û DÊRAZORÊ SERÇETEYEK DAIŞ’Ê Û 2 ÇETE GIRTIN
QSD′ê
li Hol, Til Hemîs û Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ′ê û 2 çeteyên berpirsên
dabînkirina çek û cebilxaneyan ji şaneyên terorîst ên hewl didan êrişî kampa
Holê û girtîgehan bikin, girtin.
Hêzên
Sûriya Demokratîk QSD’ê têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî
daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di
daxuyaniyê de hat gotin ku bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên
li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, şaneyên DAIŞ′ê ketin tevgerê û
hewl dan êrişên terorê li dijî deverên cuda wekî Dêrazor, Hol û Til Hemîsê pêk
bînin.
Yekîneyên
Antî Terorê YAT bi hevkariya Hêzên hevpeymaniya Navneteweyî li dijî cihên li
herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku şaneyên DAIŞ′ê xwe lê vedişartin, 3
operasyon pêk anîne.
Di
van operasyonan de serçeteyekî DAIŞ′ê, 2 çeteyên berpirsên peydakirina çek û
cebilxaneyan ji şaneyên terorîst yên ku hewl didan êrişî kampa Hol û girtîgehan
bikin, hatine girtin, gelek çek û cebilxaneyên bi wan re jî hatine desteserkirin.
Li
gorî daxuyaniya QSD`ê, operasyon ji 7 heta 10′ê Kanûnê li bajarokê Holê, Til
Hemîs û Dêrazorê hatine lidarxistin û ev çek hatine desteserkirin:
Kilaşînkovek, Dabançeyek, 2 Bombe, Dûrbînek, 4 Rext, gelek Carcûr û Cebilxane,
Mîqdareke madeyên taqemeniyê û
hejmarek telefonên destan.
