NÛÇE
Xelkê Kobanê Li Benda Pêşwaziya Cenazeya Fermandar Ziyad Heleb Ne
Îvana Misto - Nûçegihan - Kobanê
Karwanên xelkên kantona cizîrê ji Ji bo piştgiriya taxên Şêxmeqsûn û Eşrefiyê duh gihîştibûn Dêrhafirê.
Hejmareke ji Birîndarên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, piştî ku di saetên serê sibê de ji wan taxan hatin derxistin û ber bi Dêrhafirê ve bi rê ketin, gihîştin bajarê Hesekê û Reqayê.
Di dîmenek dermirovî de, hate xuyakirin ku çawa çekdarên Hikumeta Veguhêz ya Sûriyê, bi sedan ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girtine û wan îşkence dikin.
Di bin dûrşmeya "Ji Tişrînê Heya Heleb Her Der Şer e, Her Der Berxwedan e"Şêniyên Kobanê ji bo piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşeke girseyî li darxistin.
Saziyên tenduristiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekîtiya Parêzeran û Meclisa Edaleta Civakî ya kantona Cizîrê, her wiha Gel û ciwanên bajarê Qamişlo derbarê êrîşên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyaniyên cûda dan.
Di daxuyaniyan de êrîş hatin şermezar kirin, hişyariya karaseteke mirovî da û ji bo rakirina birîndaran banga lezgîn a vekirina korîdorên mirovî kir.
Partiyên Siyasî û Desteya Tendirûstiyê yên Kantona Firatê daxuyanî ji bo êrîşên Komên çekdar ên Hikumeta demikî li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, dan.
Şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyê ku niha li Dêr Hafirê ne ji Rojava Tv re diyar kirin ku ew ê her dem bi gelê xwe re bin û heya negihêjin şêxmeqsûd ew ê dest ji berxwedaniya xwe bernadin.
Şêniyan bang li aliyên peywendîdar kirin ku destwerdanê bikin û komkujiyên li dijî xelkên herdu taxên Helebê bisekinînin.
Ji bo piştgiriya taxên Şêxmeqsûn û Eşrefiyê li seranserî herêmê welatî li hev kom bûn û berê xwe dan Helebê.
Welatiyên bajarên Qamişlo, Amûdê, Hesekê û Reqayê jî bi hev re bi rê ketin û berê xwe dan taxên berxwedanê.
Ji Destpêka êrîşên li ser Taxên Şêxmeqsûn û Eşrefiyê ve Çeteyên hikumeta demkî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir kirine hedefek sereke.
di encama êrîşan de nexweşxane ji xizmetê derket û zirareke mezin li birînarên sivîl tê, ev dîmen ji nava nexweşxaneyê ne.
Kongreya Îslama Demokratîk û oldaran bajarê Hesekê, banga parastina jiyana sivîlan û daxwaza bidawîanîna êrişan kir.
Heyva Sor a Kurd a Hesekê bi daxuyaniyekê daxwaza vekirina korîdoreke mirovî bo taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir.
Reyaderên Rêveberiya Xweser der barê êrîşên komên çekdar ên Hikûmeta Demkî li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, axivîn.
Ji bo piştgiriya berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, şeva borî welatiyên Qamişlo, koçberên Efrîn û Şehbayê û Tevgera Ciwanên Şoreşger, li nav kolanên bajêr geriyan û helwesta xwe nîşan dan.
Koçberên Efrînê yên ku li bajarê Qamişlo dimînin, ji bo piştgiriya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çalakiyek li dar xistin.
Di dîmenên ku ji hêla Rojava TV ve hatine bidestxistin de, nîşan dibe ku çekdarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê çiqas hovane êrîşî sivîlan kirine.
Di bin topbaran û bombebaranê de, Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd Û Eşrefiyê hat ba hev û daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.
Ji Bo Şêxmeqsûd Û Eşrefiyê
Aras Cuma - Nûçegihan - Qamişlo
Gerînendeya Tenduristî ya bajarê Hesekê topbarana berdewam a li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku zextê li Şamê bikin da ku xwînrijandina mirovan li herêmê rawestîne.
Kongra Star a bajarê Amûdê jî, kiryarên neexlaqî yên ku hikûmeta Şamê li dijî welatiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk tîne şermezar kirin.