NÛÇE
ÎVANA MISTO - NÛÇEGIHAN - KOBANÊ
ELAA HISO - ROJNAMEVAN
Ciwanên Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê êrîş û komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Şermezar kirin.
Ji ber belavbûna nexweşiyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê zivistanê de, Heyva Sor a Kurd tîmên xwe yên awarte avakirine.
Yek ji van tîman jî her dem li kampa Newroz dimîne da ku koçberan derman bikin.
MEHMÛD HECÎ - ROJNAMEVAN - DÊR HAFIR
Şendeke ji Hevpeymaniya Navneteweyî û QSD`ê gihştin bajarê Dêr Hafirê.
ÇETEYÊN HIKUMETA DEMKÎ BI BOMBE Û DRONAN LI DERDORA BENDAVA TIŞRÎNÊ DIDE
Zanîngeha El-Şerq çalakiyek ji bo bîranîna Şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar xist.
Bi deh hezaran ji welatiyên Hesekê,Tirbespiyê û Til Hemîsê, ji bo şermzarkirina sûc û êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê, berê xwe dan qadan û meşên girseyî li dar xistin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê ji bo şermezarkirin êrîşên çekdarên hikumeta veguhêz li ser gorên şehîdan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyaniyek da.
Rêxistinên jinan li kantonên Cizîr û Reqayê ji bo şermezarkirina komkujî û kiryarên hovane yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyîd ên Helebê de daxuyaniyên cûda dan.
GELÊ HERÊMÊ BI RIHÊ BERXWEDANA ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ LI QADAN IN
CÎHAN ROJ- NÛÇEGIHAN- QAMIŞLO
Li hember êrîş û kiryarên çeteyên ser bi hikûmeta demkî ve û êrîşên li dijî Dêr Hafir û bendava Tişrînê, bi sedan welatiyên bajarê amûdê daketin qadan û helwesta berxwedanê li hember êrîşan dan.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê konê sersaxiyê ji bo fermandar Ziyad Heleb û şervanên ku di berxwedana Şêxmeqsûdê de şehid bûne, li darxistin.
Ji Meclisa Edaleta Civakî, Yekitiya Parêzeran, Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê a Kantona Firatê û Koordînasyona Jin a PYD'ê têkildarî êrîşên li ser ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyanî dan û ev êrîş şermezar kirin.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê xeteriyek mezin li ser welat û herêmê çêkir.
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ JI BO RÊZGIRTINA ŞEHÎDAN LI SER PIYAN BÛ
BÊRÎVAN QASIM - NÛÇEGIHAN - AMÛDÊ
Bi deh hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb şehîd Ziyad Heleb û şervanên QSD’ê Malik û Birûsk Mexaric bi merasîmek girseyî û bi heybet li goristana şehîd Dicle li Kobanê Oxirkirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê û Kongra Star êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, şermezar kirin û hesabpirsîna ji berpirsên binpêkirin û sûcên berdewam kirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê û Kongra Star diyar kirin ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pîvanên exlaqî hatine binpêkirin û qirkirina etnîkî li dijî Kurdan pêk hatiye.
Welatiyên Dêrazorê bi daxuyaniyekê êrîşên û komkujiyên li dijî gelê Şêxmeqsd û Eşrefiyê şermezar kirin.