NÛÇE
Şandeya DEM Partiyê û saziyên Bakurê Kurdistanê serdana PYD'ê kir û li gel hevserokatiya wê hevdîtin kirin.
Nûçegihana me Nêvîn Ibrahîm, rewşa li nava bajarê Kobanê şopand û hûrgûliyên giring bi rêya AS LIVEK'ê parve kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê dengê teqînên li Qamişloyê ku hatin bihîstin de diyar kir ku balafira keşfê ya dewleta Tirk a dagirker li du cihan daye.
Meclîsa bajarê Amûdê a kanrona Cizîrê bi daxuyaniykê êrîşên li ser Rojava şermezar kirin û tevlî seferberiyê bû.
Koma yekemîn û duyemîn a Gelê Başûrê Kurdistanê ku ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistan, gihîştin bajarê Qamişlo.
Şêniyên bajarê kobanê 7 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê bi merasîmeke biheybet oxir kirin.
Girtîgeha Eqtan a li bajarê Reqayê ku bi hezaran girtiyên DAIŞ'ê têde dimînin ev 7 rojin rastî êrîşên giran tê.
Kongreya Îslama Demokratîk daxuyaniyên provokatîf ên Wezareta Kar û Barên Olî ya hikumeta demkî şermezar kirin û wek ragihandina şer li dijî Kurd û Ereban bi nav kir.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk jî, tevlî aliyên ku bersiva banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser dane bû daxuyaniyek der barê wê de parve kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê, bi amadebûna bi dehan welatiyên ku bersiva banga seferberiyê dane, daxuyaniyek ji raya giştî re da.
Piştî êrîşên hovane yên Çeteyên HTŞ'ê, dewleta Tirk a dagirker û Şaneyên razayî yên DAIŞ'ê li ser Rojavayê Kurdistanê; niha bajarê Kobanê ketiye nava dorpêçeke dijwar û xeternak de.
Bi Hezaran Gelê Bajarê Qamişlo duh êvrî daketin nav kolanan û banga yekîtiya gelê kurd û piştgiriya QSD'ê kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Qamişloyê ji bo parastina herêmên xwe kar û xebatên xwe bi moralekî mezin didomînin.
Li ser banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser, bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo çek rakirin û xwedî li seferberiya xwe derketin.
Ji ber ku parastin û sepandina ewlehiyê berpirsiyariya her kesî ye, ciwanên Qamişlo mil bi mil, ligel hêzên parastinê rawestiyan û erka xwe pêk anîn.
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê ya Kobanê bi daxuyaniyekê tevlîbûnba xwe ya ji bo seferberiyê re ragihand.
Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê seferberiyeke giştî ragihand û bang li hemû şêniyan kir ku li her derê rabin ser pêyan, tev li seferberiya giştî bibin û li dora hêzên xwe yên leşkerî kom bibin.
Hejmarek mezin ji Malbatên koçberên Efrînê û malbatên Kurd ên ku li bajarên Reqa û Tebqayê jiyan dikirn, ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve, berê xwe dan Kantona Cizîrê.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya ji bo seferberiya giştî ragihand.
ROLYANA EHMED - NÛÇEGIHAN - HESEKÊ