NÛÇE
Rona Egîd
ya 14 salî di Îlona 2021'ê de pirtûkxaneya zarokan li bajarê Qamişlo vekiribû,
bi nêzî hezar pitûkên zarokan beşdarî pêşangeha 6'emîn a şehîd Herekol dibe..
Di bin
durişma Efrîn Qêrîna Sûriyê ye li helebê , Encumena Sûriya Demokratîk bi
hevkariya Tevgera Çand û Hunerê Pêşengeheke Wênexêzî û peykersaziyê li dar xist
.
Siyasetmedar
û parêzerên bajarê hesekê derbarê sûcên dewleta tirk de gotin dagirkeriya tirk
ne tenê li dijî Herêmên Prastinê yên Medyayê çekên Kîmyewî bi kar anî, li Efrîn û
Serêkaniyê jî çekên qedexekirî li dijî sivîlan bi kar anî . bê ku kes hesab jê
bixwaze .
Partiya
kesk a demokratîk û encumena jinan a PYD bi kordîneya bi komîteya tenduristiyê
ya reqayê re JI bo şîrovekirin û hişyarkirina jinan di derbarê nexweşiya
penceşêra pêsîran de, semînerek li dar xist.
Têkildarî
nêzîkbûnên dewleta tirk û hikûmeta şamê Cîgirê Hevserokatiya encumena Giştî a
Rêveberiya Xweser Yasir Silêman û Endamê Encumena Giştî a PYDê Mihemed El-Nasir
ji Rojava TV re axivîn û gotin dê ev nêzîkatiyên dewleta Tirk bi Hikûmeta Şamê
re li ser hesabê gelê Sûriyê pêk were .
Têkildarî
cezayê hevdîtiyê ya 6 mehan bi Rêber Abdullah Ocalan re, Parêzera Rêber
Abdullah Ocalan Newroz Ûysal got: Armanc ji cezayê ew e têkiliya civakê bi
Abdullah Ocalan re qût bibe.
Her
wiha Newroz Ûysal bang li her kurdekî kir ku ji bo şikandina tecrîdê û
misogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan asta têkoşîn, serhildan û çalakiyan
bilind bikin.
Bi
boneya salvegera 5 emîn a damezrandina rêveberiya sivîl a tebqayê komîteya çand
û hunerê ya tebqayê yekemîn festîvala stranên niştîmanî li dar xist .
Îro li bajarê Helebê
Komxebata diyalogê ya jinan bi beşdariya 55 delegeyên jin ji Idlibê, Şam,
Heleb, Laziqiye, Tertos û Siwêda, her wiha gelek nûnerên ji partiyên siyasî û
Meclisa Sûriya Demokratîk dest pê kir.
Yekîtiya
hunermendên bajarê reqayê bi boneya salvegera damezrandina xwe, li Hola mişwar
a reqayê şahiyek li dar xist .
Bi tevlîbûna bi sedan beşdaran yekîtiya
jinên Ciwan a Herêma Firatê xwepêşandaneke girseyî li dar xist û tê de azadiya
rêber Abdullah Ocalan xwestin.
RÛSPIYÊN HERÊMA FIRATÊ REWŞA HERÊMÊ Û BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYAWÎ NÎQAŞ KIRIN
افتتحت اليوم
لجنةُ الصحة بمجلس الرقة المدني مستشفى الأطفال التخصصي في مدينة الرقة، وذلك
بحضور هيئة الصحة ومجلس الرقة المدني واللجان والمؤسسات المدنية
Eşîrên
Kurd û Ereb ên herêma Firatê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayan
şermezar kirin û soza tolhildanê dan.
Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê êrişên
dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî şermezar kir û bang li hêzên
navneteweyî kir ku sûcên Tirkiyê eşkere bikin û darizînin.
JI bo
şîrovekirin û hişyarkirina jinan di derbarê nexweşiya penceşêra pêsîran de,
heyva sor a Kurd, semînerek li Til Temirê li dar xist.
Rêveberiya
Sotemeniyê ya giştî bi hevkariya Encumenên xwecihî û komînan, mazot li şêniyên bajarê
reqayê belav kir.
Xwendekarên
Zanîngeha Kobanê bi komxebatekê mijara bikaranîna çekên kîmyewî nîqaş kirin .
Li eyn
îsa, Minbic û reqayê ji bo şermezarkirina Sûcên dewleta tirk a dagirker daketin
qadan.
Yekîtiya
ragihandina azad di derbarê girtina rojnemevanan li Tirkiyê û bakurê kurdistanê
de daxuyaniyek da û bang li hemû saziyên navnetewî kir ku ji bo girtina
rojnamevanan bi erkên xwe rabin.
Hevserokê
Encumena Cîbcîkar a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo ji rojava tv re behsa kar û
xebatên sala 2022 an kir û got: Sala 2022 an salek tijî fedekarî, zehmetî û
bidestxistina destkeftiyan bû.