NÛÇE
Hevserokê Nivîsgeha
Têkiliyên Giştî ya Encumena Rûspiyên bajarê Reqayê Umar El-Ziyab diyar kir ku
Ji ber dewletên desthiledar dizanin bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan re dê
aramî û çaraseriya kirîzan pêk were, tecrîdê girîntir dikin.
Ji ber qutkirina ava stasyona
Elokê, welatiyên kantona Hesekê bêzar in û neçar dibin ku ava sehrîcan bikirin,
bêyî ku bizanibin çavkaniya wê avê ji ku ye.
Şaredariyên Gel ên herêma Firatê di
Gulana îsal de dest bi xebatên xwe yên ziftkirina riyan, xetên
kanalîzasyon û Pirojeyên paqijiyê li kobanê, sirîn û Şêran hatin kirin, û ji sedî 80 projeyên
ku di plansaziya xwe ya îsal de danîbûn, bi dawî kirin .
Hevserokê encûmena navçeya Til Rifatê Mihemed Henan diyar kir ku Dewleta
tirk bi hemû çekên giran êrîşî kantona Şehbayê dike da ku Koçberan ji wê derê
jî bide koçber kirin.
nexweşxaneya
zarokan û nexweşxaneya niştimanî ya girêdayî desteya tenduristî ya bajarê
Reqayê, pêşwazî li malbatek ku ji 26 kesan pêk dihatin ku bi nexweşiya jehriya
kivarkê ketibûn kirin..
Di bin diruşma na ji Komploya Navdewletî ya li dijî
Rêber Abdullah Ocalan, Kombûna Jinên zenûbiya ya minbicê panelek li dar xist.
Bi sedan şêniyên kantona Hesekê berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar a li
gundê Dawûdiyê ya Hesekê û beşdarî merasîma xiyabî ya gerîlaya HPG ê Dîlan
Eşref (Xwînda Dilbirîn) bûn.
Endamê ofîsa Têkiliyan ya Encumena Kesk a Idlibê Îyad
El-Xetîb diyar kir ku herêmên
bakur û rojhilatê Sûriyê yên ku ji aliyê Dewleta tirk ve hatine dagirkirin,
bûne stargehên çeteyan.
Saziya Giştî ya Zêdekirina Tovan her sal ji nîvê meha Tebaxê heta meha Îlonê deriyê tomarkirina daxwazên peymanê bi saziyê re vedike, bi armanca piştgirî û deynkirina cotkaran tov, semad û sotemeniyê, ji bo misogerkirina serkeftina demsala çandiniyê li herêmê
Li ser mijarê Endamê
Encumena Giştî ê Partiya Sûriya Pêşerojê Ibrahîm El-Qeftan diyar kir ku ew weke
partiya sûriya pêşerojê bi awakî domndar li çareseriya aloziya Sûriyê digerin.
Odeya
Bazirganiyê ya Rêxistinên Civaka Sivîl li bajarê Reqayê duyemîn konferansa xwe
lidarxist.
Bi armanca
şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan, bi hezarana welatiyên
Kobanê û Qamişlo daketin qadan.
Şaredariya
Gel a bajarê Reqayê gelek projeyên xizmetguzariyê bi cih tîne, di nav de sererastkirina
riyên sereke yên bajêr , niha jî dest bi sererastkirina kolana til Ebyed ku
rêya sereke ya bajêr e, kiriye .
Welatiyên
gundê Siftek yê bajarê kobanê ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker, nikarin derbasî
nava zeviyên xwe bibin. Û dibêjin : Ew bi tirs nêzî zeviyên xwe dibin.
Dewleta Tirk di êrîşên li ser herêmên parastinê yên medyayê de bikaranîna çekên kîmyawî ên qedexekirî li dijî gerîlayên HPG û YJA’starê de berdewame.
Komîteya sotemeniyê Bi hemahengiya encumen û komînanînên bajêr di belavkirina mazotê ji cotmehê ve li ser welatiyên bajêr didomîne.
Ev demek hikûmeta Şamê dorpêça li ser kantona Şehbayê ku koçberên Efrînê lê dimînin, tundtir kiriye.
Gerînendeya têkiliyên derve
ya rêvberiya xweser li baregeha hevpeymaniya navdewletî bi 2 şandeyên welatên
ewrupayê re civiya..
Hevseroka Encumena Malbatên
Şehîdan a Herêma Firatê Eyşa Efnedî behsa kêliyên berxwedana Kobanê dike.
Bi boneya 1'ê mijdarê xwendekarên
zanîngeha Kobanê şahiyek li avahiya zanîngehê li dar xist.