NÛÇE
Serokatiya Zanîngeha El Şerq di
çend beşan de xwendekarên serkeftî xelat kir.
Ev demek hikûmeta Şamê dorpêça li
ser kantona Şehbayê ku koçberên Efrînê lê dimînin, tundtir kiriye.
Cîgira Desteya Jin a Rêveberiya
Xweser Wead Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker kesayetên ku di
Rêveberiya Xweser de dixebitin dikin hedef û hewl dide projeya netewa
demokratîk têkbibe.
Hevseroka encumena navçeya Til
Temirê Semer Xelîl got ku dewleta Tirk bi armanca valakirina herêmê, êrîş dike.
Rêveberiya xweser a herêma Firatê bi daxuyaniyekê roja
cîhanî a piştgiriya berxwedana Kobanê pîroz kir û diyar kir ku berxwedana
Kobanê doza Kurd kir dozeke navneteweyî .
şaneke
parlamentoya ewropayê serdana bakur û rojhilatê sûriyê kir û destpêkê ji bo
bîranîna şehîdê QSD,YPJ
û YPG serdana goristana şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo kirin û teqez kir ku ew ê peyamên li ser têkoşîna gelê
Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigihînin parlamentoya xwe ya li Brûkselê.
Îro roja cîhanî ya
piştgiriya berxwedana kobanê ye . Kobanê bi berxwedana şervanên azadiyê û
piştevahiya gelên cîhanê, ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
Bi sedan
welatiyên bajarê Minbicê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li ser gerîlayan,
daketin qadan.
Jinên
bajarê Reqayê tekez kirin ku Wê êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî Jinan bi
ser nekevin û diyar kirin ku Jina ku hebûna xwe di civakê de nas kiribe û di
hemû qadên civakê de pêşengtî kiribe wê vîna wê neşkê.
Cîgirê hevserokatiya encumena cîbicîkar a Rêveberiya Xweser
hesen koçer destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker bi awayekî plankirî êrîşên
li ser herêmê pêktîne, da ku ewlehî û armaniya herêmê derbe bike.
Encumena
Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya meha Cotmehê ya sûc û binpêkirinên artêşa Tirk a
dagirker û çeteyên wê yên li gundewarên Girê Spî ya dagirkirî û navçeya Eyn
Îsayê eşkere kir û got ku 200 binpêkirin li Girê Spî ê Eyn Îsa pêkhatine.
Hevserokê desteya
hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat bi boneya 9'emîn salvegera damezirandina
hêzên ewlehiyê got ku parastina aramiya herêmê weke prensîbekek wan a sereke
ye.
Hevseroka
nivîsgeha parastinê ya Rêveberiya Xweser Beyan Elî got ku DAIŞ bi saya
hevgirtina gelê herêmê hate jinavbirin.
Cotkarên gundewarên bajarê kobanê dest bi çinîna berhemên garis kirine.
Yekîtiya Pîşeyên Tenduristî ya Herêma Efrînê 1’mîn konferansa xwe li kantona Şehbayê bi dirûşma “Bi yekîtiyê em civakeke tendurist, exlaq û demokratîk ava dikin” li dar xist.
Piştî salekê ji avakirinê, Zanîngeha El-Şeriq a bajarê reqayê deriyên xwe li ber 3 fakulteyên nû vedike.
برغم الظروف الصعبة التي يواجهها قاطني مخيم كري سبي-تل
أبيض إلا أن العملية التعليمية لم تتوقف في المخيم, حيث يستمر الطلبة بدراستهم ومتابعة تعليمهم.
Welatiyên
bajarê Minbicê bi boneya 9'emîn salvegera damezirandina Hêzên Ewlekariya
Hundirîn şahiyek li dar xistin.
Desteyên
şaredariyan ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî 3 salan ji
kar konferansa xwe ya 2'emîn li Hesekê
li dar xistin û çawaniya pêşxistina kar nîqaş kirin.
Piştî
salekê ji avakirinê, Zanîngeha El-Şeriq a bajarê reqayê deriyên xwe li ber 3
fakulteyên nû vedike.