NÛÇE
Ji
bo pêşwazîkirina sala nû Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Kobanê bi dahol û zirne
û li xwekirina cil û bergên kurdî di nav bajêr û kolanan de geryan.
Komîteya şaredariyan a
Minbicê bi beşdariya nûnerên şaredariyan îro civîna xwe ya salane li dar xist.
Di derbarê tecrîda li ser rêber
Ocalan de Endama Însiyatîva azadiya Rêber Ocalan û lêkolînerê kurd, tecrîda li
ser serok bi tundî şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê berxwedanê bikin
heta ku rêber Ocalan azad bibe.
Di derbarê mijara veşartina hersê
Kurdên ku li parîsê şehîd bûne de hevserokê KCDK-E diyar kir ku ew ê çalakiyên
xwe berdewam bikin heta ku hersê şehîd bighên Kurdistanê..
Hevserokê KCDK-E di berdewama
nirxandina xwe de got ku ji ber dewleta Tirk li herêmên Zap Avaşîn û Metînayê
de têk çûye, li her devera cîhanê Kurdan dike hedef..
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç gelek
nirxandin di derbarê komkujiya Parîsê de ji Rojava TV re kirin..
Yuksel diyar kir ku şehadeta hersî Kurdên li
Parîsê weke berdewama komkujiya 9’ê çileya sala 2013’an e
Hevseroka TEV-DEMê Rûken Ehmed
têkildarî komkujiya duyemîn a di derheqê 3 welatparêzên Kurd li Parîsê de
pêk hat û gefên dawîn yên Serokê Dewleta
Tirk a dagirker Erdogan ên bi pêkanîna êrîşan li ser binesaziya Herêmên Bakur û
Rojhilatê Sûriyê ji RojavaTV re axivî û got ku dewleta Tirk bi zêdekirina
êrîşên xwe dixwaze vîna gelê Kurd bişkîne lê berxwedana gelê Kurd armancên wan
têk bir..
Berdevkê Rêveberiya xweser a Bakur
û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê derbarê gefên dawî yên dewleta Tirk a dagirker
yên hedefgirtina binesaziya herêmê got ku Tirkiyê êrîşên xwe yên li ser herêmê
ranewestandiye û bi her awayî û her saniyê êrîş dike..
Her wiha da xuyakirin ku dewleta Tirk dixwaze
pirojeya Rêveberiya Xweser têk bibe
Endamê encumena
rêveber a Tevgera Civaka Demoqratî TEV DEM'ê Ayid Ibrahîm diyar kir ku
destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bi destxistin li keysa
dewleta Tirk nayê û bi hemû awayan hewil dide ku van destkeftiyan têk bibe
Şêx û rûspiyên li herêmê diyar
kirin ku êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li ser navenda Hêzên Ewlekariyê li Reqayê
hemwextî gefên dewleta Tirk a dagirker.
Her wiha dane xuyakirin ku dê ev êrîş vîna wan
neşikîne û ew ê li pişta hêzên xwe bin
Yuksel Koç ji Rojava TV re
behsa geşedanên herî dawiyê yên komkujiyê û proseya vegerandina cenezayên
şehîdan ji bo Kurdistanê dike.
Şêniyên Kobanê sersaxî dan malbata
şehîd Avrîn Tolhildan ku di êrişa kîmyewî ya artêşa Tirk a dagirker li herêma
Zapê de şehîd bûbû.
Ji bo şermezarkirina
Komkujiya Parîsê Şêniyên Navçeya Şêran a Kantona Kobanê xwepêşandanek li dar
xistin.
Saziya Olî ya navçeyaTil Temirê îro bi daxuyaniyekê komkujiya Parîsê şermezar kir û bang li Hikûmta Fransayê kir ku erkên xwe bi cih bîne.
Piştî
ku hêzên ewlekariyê êrîşa çeteyên daiş a li ser navenda hêzên ewlekariyê de li
reqa pêk anî bû şikand, komîteya hundirîn a encumena sivîl a reqa rewşa awarte
û qedexeya çûnûhatinê li bajêr ragihand
Hevserokê Encumena Kantona Efrînê
Mihemed Naso diyar kir ku Koçberên Efrînê ji ber Êrîşên Dewleta Tirk û Dorpêça
Hikumeta Şamê di rewşên zehemet re derbas dibin.
Derbarê êrîşa ku duh
şaneyeke çeteyên daiş li ser reqa pêk anî, Rêveberê buroya karûbarên koçber û
penaberan a rêveberiya xweser Şêxmûs Ehmed got ku êrîşa li reqa pêk hat tê
wateya ku alîkarî di navbera daiş û dewleta tirk de heye.
Konferansa yekemîn a Însiyatîfa
Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê îro bi beşdariya bi dehan kesayetên
siyasî, rewşenbîr û hozên ereb li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Li hemberî komkujiya ku li
Parîsê pêk hatî gelê kurd li her deverê li cîhanê daketin qadan.
Jinên rêvebir yên bajarê Qamişlo
diyar kirin ku ev komkojiya 2'emîn e ku li Parîsê di derheqê Kurdan de pêk tê û
hê jî hikûmeta Firansa doz nîvço hiştiye..