NÛÇE
Rêxistinên Civaka Sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê şermezar kirin û diyar kirin ku Tirkiyê bi van êrîşan hemû zagonên mafên mirovan bin pê dike.
Şêniyên Herêma Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyên 5 şehîdên sivîl û şervanekî Encumena Leşkerî ya Minbicê yên ku di êrîşên dagirkeriyê de şehîd bibûn, oxir kirin.
Doh derengiya Şevê Balafirên Dewleta Tirk a dagirker kargeha Bêtonê ya knatona Kobanê bombebaran kirin .
Nûçegihanên me çûne cihê bûyer û ji wir dîmenên herî nû girtin. di dîmenan de xuya dibe ku zirareke mezin gihiştiye Kargehê, em li dîmenan temaşe bikin.
di heman çarçoveyê de Desteya Çandê ya herêma firatê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrîşên li dijî Rojava berdewamiya komploya li dijî Rêber APO ye.
DEWLETA TIRK A DAGIRKER JÊRXANE Û BINESAZIYA HERÊMÊ BOMBEBARAN DIKE
EHMED XOCE - ENDAMÊ ENCUMENA GIŞTÎ YA PYD- KOBANÊ
Encumena Ciwanên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî binesaziya herêmê şermezar kirin.
Rêxistinên Jinan ên Reqayê bi Çalakiyekê Êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî Herêmê Şermezar kirin, û destnîşan kirin ku dê hevgirtina Pêkhateyan êrîşên dagirkeran vala derxîne.
Endamên Encumena Jinên Sûriyê Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û gotin , dewleta tirk bi êrîşên xwe peymanên navneteweyî bin pê dike .
Derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê de Parêzer û Çalakvanê Hiqûqî Mihemed Emîn Neîmî beşdarî bernameya Taybet a Rojava Tv bû û diyar kir ku Dewleta Tirk bi êrîşên xwe peymanên navneteweyî bin pê dike.
Hevsrokê gerînendeya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mele Îbrahîm got , dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina jêrxaneya herêmê, dixwaze aramî û ewlehiyê têk bibe.
Siyasetmedar û Rûspyên Reqayê li hember Êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk piştgiriya xwe ji bo Rêveberiya xweser nîşan dan .
Her wiha bang li tevahî gel kirin ku li hember êrîşên dagirkeriyê asta Têkoşînê bilind bikin .
Hevserokê nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser Ziyad Rustem ji Rojava TV re behsa êrîşên li dijî stasyonên elektrîkê û zererên wê dike û dibêje, ji ber bombebaranên dijwar, gelek deverên xizmetê ji kar derketine.
Cîgira Hevserokatiya Encumena Cîbicîkar a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl ji Rojava TV re ragihand ku, armanca Tirkiyê jinavbirina projeya Rêveberiya Xweser e.
Her wiha diyar kir ku, Tirkiyê dixwaze krîzên xwe yên navxweyî veşêre.
Hevserokê desteya rêveberiya xwecihî ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb bêhelwestiya Hikûmeta Şamê ya li hemberî êrîşan bi tundî şermezar dike û dibêje, ew weke Rêveberiya Xweser dê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin.
Serokê nivîsgeha Karûbarên koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ji Rojava TV re ragihand ku dewleta Tirk dixwaze tevliheviyan li kampên Roj û Holê derxîne, da ku malbatên DAIŞ'ê ji kampê birevin.
Şêxmûs Ehmed hişyarî da û tekez kir ku eger êrîş weha dewam bikin, dê kerasetên dijwar rû bidin.
Welatiyên Reqayê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û li hember êrîşan banga bilindkirina Asta Têkoşînê kirin.
Bi Sedan Xelkên navçeya Dirbêsiyê, Endamên Saziyên Sivîl û Encumenên sivîl bi armanca şermezarkirina êrîşên Dagirkeiyê yên li dijî Herêmê, daketin qadan û banga Rawestandina êrîşan kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundrîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmeke bi heybet li şehîdlika Ş.Delîl Sarûxan ya bajarê Qamişlo şehîdekî xwe oxir kirin.
NÎVÎN ÎBRAHÎM- NÛÇEGIHAN- KOBANÊ
Endamê Ofîsa Têkilyan ê MSD'ê Baqî Hemze anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe hewl dide aloziyekê li herêmê derxe.