NÛÇE
Rêvebera Asayîşa Jin a bajarê Qamişlo Sîdar Xelîl ji Rojava TV behsa êrîşa li dijî Akademiya wan a li Dêrikê dike û dibêje, armanca êrîşê astengkirina xebatên wan ên jinavbirina madeyên hişbirê bû.
Siyasetmedarên bajarê Reqayê derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê axivîn.
Îro bi hezaran şêniyên Herêma Firatê cenazeyên her du şehîdên Hêzên Ewlekariyê Orhan Hisên û Elî Mihemed spartin axê.
BENGÎ AGIRÎ- HUNERMEND
Xelkên Hesekê îro cenazeyên 5 şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir, her wiha cenazeyê welatiyê sivîl Îskender Hiso yê 4`ê Cotmehê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li Hesekê de şehîd bûye, oxir kirin .
Şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî 6 şehîdên êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Akademiya Asayîşê û şehîdekî Dêrazorê, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
Xelkên Dêrikê bi Merasîmeke bi heybet 10 Şehîdên Hêzên Ewlekariyê Oxirkirin û tekez kirin ku bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî dê siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk vala derxînin .
Rêveberê giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Omer ji Rojava TV re ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina Akademiya Asayîşê xwest ku xebatên jinavbirina madeyên hişbirê rawestîne.
Endama Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Asya Hisên destnîşan kir ku armanca bingehîn ji komploya navneteweyî, Têkbirina projeya Neteweya demokratîk û ramanê Rêber Apo ye
Dayîkeke Kurd di merasîma oxirkirina Şehîdan de bi dilekî şewat bang li Kurdan dike ku yekîtiya xwe ava bikin û dibêje, Amerîka û Rûsya ji bo berjewendiyên xwe li herêmê ne û ji Kurdan daxwaz dike ku demildest yekrêziya xwe ava bikin.
Derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, hevserokê TEV- DEM'ê Xerîb Hiso dibêje, dewleta Tirk bi her awayî dixwaze gelê Kurd qir bike.
Rêveber û endamên komîteya sotemeniyê yên Şehbayê derbarê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê de ji Rojava Tv re gotin ku Tirkiyê dewleta çeteyan e.
Endamên komîteya koçberên Serê Kaniyê ji Rojava Tv re derbarê dagirkirina bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî helwesta xwe nîşan dan û gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê xelkên Serê Kaniyê koçber kirin.
Dadwer û berdevkê komîteya Serêkaniyê Mehmûd Cemîl li hember sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ji Rojava Tv re got: "Em weke komîteya koçberên Serêkaniyê ji civaka navdewletî û NY dixwazin ku sînorekî ji dagirkeriy Tirk re deyne".
Hevserokê yekîtiya rewşenbîran Ebdulrehman El Ehmed yê Reqayê ji Rojava Tv re diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziyên xelkê zêdetir kirin.
Derbarê êrîşên dewleta Tirk ên ji 4'ê Cotmehê ve Hevseroka Ofîsa Rêxistinî di Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Rîm Derwîş ji Rojava Tv re axivî.
CÎHAN DERWÊŞ- SEROKA DESTEYA JIN A HERÊMA FIRATÊ- KOBANÊ
Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li Kobanê ji bo 29 şehîdên hêzên ewlekariya hundirîn ku di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker li dijî Dêrikê de şehîd bibûn, Çalakiyeke bîranînê li dar xist .
Xelkê Kobanê bi Meşekê, Êrîşên dagirkeriyê ên li dijî Herêmê Şermezar kirin û banga sînordarkirina êrîşên tirkiyê kirin.
di salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêber APO de desteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Reqayê bi daxuyaniyekê hemleyek ragihand .