NÛÇE
Encumena Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got, dewleta tirk berxwedana gelê herêmê ji xwe re xeterî dibîne.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê îro bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî her du şagirtên li Eyn Îsayê şermezar kir û bang li UNICEF`ê kir ku berpirsiyariyên xwe bîne cih.
Di nava van 5 rojên êrîşên dagirkeriyê yên li dijî herêmê de, bi dehan sivîl û endamên hêzên Ewlekariyê hatin şehîdxistin.
Rêveberiya Xweser duh ji bo gîyanên şehîdên êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Akademiya Asayîşê, 3 roj şîn ragihandibû.
Cîgirê Hevserokatiya Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman dibêje, Tirkiyê dixwaze demografya herêmê biguherîne.
Siyasetmedarên bajarê Hesekê derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê axivîn û diyar kirin ku Tirkiyê armanc dike careke din çeteyên DAIŞ'ê zindî bike.
Jinên Minbicê êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li dewletên navnetweyî kirin ku bi erka xwe rabin.
Berpirsên Partiya Sûriya Pêşerojê yên Buroya Idlibê êrîşên dewleta Tirk a dagirkir ên li dijî herêmê şermezar kirin û bang li rêxistinên mirovî kirin ku ji nava bêdengiya xwe derkevin.
Bi hezaran Xelkên kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê meşek lidarxistin.
Yekîtiya kedkaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina kedkar û sivîlan şermezar kir.
Hevseroka tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Rûken Ehmed ji Rojava Tv re diyar kir ku dewleta bi hedefgirtina navendên xizmetguzarî û binesaziya herêmê armanc dike ku gel koçber bike.
EVÎN SWÊD- NÛNERA RÊVEBERIYA XWESER YA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Xelkên Reqayê bi boneya salvegera dagirkirina SerêKaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve xwepêşandanek girseyî li dar xistin, û banga rizgarkirina tevahî Herêmên dagirkirî kirin .
Şêniyên bajarê Minbicê jî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, xwepêşandan lidarxistin.
Şêniyên kantona Hesekê li dijî komploya 9'ê Cotmehê û êrîşên dewleta Tirk daketin qadan û tekezî li ser bilindkirina asta berxwedanê kirin
Rêxistinên hiqûqî yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê diyar kirin ku hedefgirtina sivîlan û qadên jiyanî yên di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de “sûcê şer e” û bang li dewleta Tirk kirin ku li gorî peymanên navnetewî tev bigere.
Têkildarî salvegera êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, koçberên Girê Spî daxwaza vegera li warê xwe kirin.
Endamên desteya Aborî yên Şehbayê ji Rojava TV re diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina binesaziya herêmê, dixwaze gelê herêmê qir bike û projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi temamî têk bibe.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê yê Minbicê Mehmûd Cimo ji Rojava TV re ragihand ku bêdengiya hêzên navdewletî ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê nîşaneya hevkariyê ye.
Rêveberên Tebqayê êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker kirin.