NÛÇE
Ji navendên ku 14'ê mehê bûn armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker, aşê genim a navçeya Amûdê bû.
Rêveberên Desteya Aboriyê yên Kantona Reqayê êrîşên dawî ên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin dagirkerî bi êrîşan dixwaze herêmê vala bike.
Koçberên Efrînî yên ku li Kantona Şehbayê dimînin ji Rojava TV re tekez kirin ku heta vegra li Efrînê ew ê li ber xwe bidin û asta tekoşînê blind bikin.
Hêzên Rizgariya Efrînê di hevpeyvînek taybet de li gel Rojava TV tekez kirin ku heta Efrînê ew ê şer bikin û gelê xwe ji dagirkeran biparêzin.
Fermandara YPJ'Ê Rohilat Efrîn di beşekî din de anî ziman ku, berxwedana Efrîniyan misogeriya rizgarkirina efrînê ye û got, divê gel li hemberî dagirkeriya Tirk têkoşîna xwe geştir bike.
Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parasrtina Jin YPJ'ê Rohilat Efrîn ji Rojava TV re diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrîşên li dijî Efrînê înkarkirin û qirkirina gel bû, lê şervanan li hemberî teknolojiya herî pêşketî berxwedaneke dîrokî meşandin.
SU'AD HISO- ENDAMA KOORDÎNASYONA YEKÎTIYA ÊZDIYÊN SÛRIYÊ- ŞEHBA
6 SAL DI SER DESTPÊKIRINA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ EFRÎNÊ RE DERBAS BÛN
KOÇBERÊN EFRÎNÎ LI ŞEHBAYÊ BI HÊVIYA VEGERÊ LI BERXWE DIDIN
Ofîsa Koçberên Efrînî û Şehbayê ya li Kantona Minbicê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, ew ê bi berxwedana xwe vegerek bi rumet misoger bikin.
Kombenda Efrîn a Civakî li bajarê Qamişlo jî bi heman armancê daxuyaniyek da û tê de daxwaza dawîkirina dagirkeriya li Efrînê kir.
Koçberên Efrînî yên li Kantona Reqayê bi daxuyaniyekê salvegera 6'an a destpêkirina êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin û bang li Civaka Navnetewî kirin ku li hemberî sûcên Tirkiyê ji bêdengiya xwe derkevin.
Îro, li sernaserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyan Hedefgirtina Siyasetmedara Kurd Şehîd Zelal Zagros hat şermezarkirin û banga darizandina kujeran hat kirin.
bi hezaran xelkên Şehba, koçberên Efrînî û xelkên Kobanê meşên girseyî lidarxistin û destpêkirina êrîşên dagirkeriyê li dijî Efrînê hatin şermezarkirin.
Bi sedan koçberên Efrînî û xelkên Şehba îro meşek girseyî lidar xistin û salvegera 6'an a êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin.
Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk a bajarê Qamişlo îro bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk û hedefgirtina jinên pêşeng şermezar kir.
Rêvebirên Minbicê êrîşên dawî ên Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê, şermezar kirin .
Koçberên Efrîna dagirkirî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û diyar kirin ku, bi rihê paradîgmaya Neteweya Demokratîk ew ê serkeftinê misoger bikin.
Rêvebera Rêxistina Sara ya Efrîn û Şehba Zeyneb Xelîl diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk li dijî jinan li Efrîna dagirkirî sûcên dermirovî pêk tînin.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê li Minbicê bi daxuyaniyekê hedefgirtina Siyasetmedar û çalakvana Siyasî Firyal Xalid şermezar kirin.
li Qamişlo bi sponseriya kompaniya Big Joy û serpiriştiya Desteya Ciwan û Werzîşê û meclisa Werzîşê ya kantona Cizîrê, şampyona karatê hat lidarxistin.
Xelkên Kobanê jî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin: armanca dagirkeriyê valakirina Herêmê ye .