NÛÇE
SIYAMEND ELÎ- BERPIRSÊ NAVENDA RAGIHANDINA YPG’Ê
QONAXA SEYEMÎN A OPERASEYONA "MIROVÎ Û EWLEHIYÊ” DESTPÊ KIR
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê îro merasîma xiyabî ji bo şehîd Ehmed Elî bi nasnav (Bahoz Emed) li darxist.
Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê konferasna xwe ya 4'emîn li dar xist û hevserok û endamên nû hatin hilbijartin.
Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Cizîrê îro ji bo nirxandina xebatên xwe, civîna xwe ya salê li Qamişlo li dar xist.
Xelkên kantona Firatê bi boneya salvegera 9ˊan a serkeftina Kobanê şahiyek li dar xistin.
Partiyên siyasî yên Kobanê bi daxuyaniyekê salvegera 9’emîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’Ê pîroz kirin û gotin rizgarkirina Kobanê bû destpêka tunekirina DAIŞ`ê ye.
Dayikên Aştiyê ên Şehbayê bi daxuyaniyekê xiyaneta PDK ya li hember Gerîlayên azadiyê şermezarkirin û gotin, divê PDK bi lîstkên dijmin nexape .
Derbarê Şahiyê û helwestên gel de hevkarê me Serkeft Hisên AS LIFEK amade kiriye, ka em lê temaşe bikin.
Endama meclisa jin a Partiya Yekîtiya demokratîk PYD`ê ya Kobanê Sara Xelîl ku cihê xwe di berxwedaniya Kobanê de girtibû, ji Rojava Tv re behsa kêliyên berxwedaniyê kir.
Sara xelîl destnîşan kir ku berxwedana kobanê li tevahî cîhanê deng veda.
Beyan Wehbî ya 15 salî ji Serê Kaniya dagirkirî ye, êşa koçberiyê rê li pêşaiya wê negirt ku kêrhateya xwe ya wênexêziyê dewam bike û pêş bixe.
lê dagirkerî û koçberiyê hêz dayê ku wêrankirina bajarê xwe yê dagirkirî bi rêya wênexêziyê bide xuyakirin.
EHMED XOCE- ENDAMÊ MECLÎSA GIŞTÎ YÊ PYD'Ê- KOBANÊ
9 SAL DI SER RIZGARKIRINA KOBANÊ JI ÇETEYÊN DAIŞ RE DERBAS DIBIN
KOBANÊ BÛ SEMBOLA BERXWEDAN Û HILWEŞÎNA XEYALÊN DAGIRKERAN
DI 134 ROJÊN BERXWEDANÊ DE..DESTANÊN LEHENGIYÊ LI KOBANÊ NIVÎSÎN
Desteya Rûspiyan û Ofîsa têkiliyên giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê malbata xanîka û Ekaş li Qamişlo li hev anîn.
Komîteya Şûnwaran a Kantona Minbicê ji bo şîrovekirina girîngiya parastina şûnwaran, semînerek li dar xist.
Xelkên bajarê Qamişlo bi hevgirtin û yekîtiya xwe, krîza avê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li herêmê rû da, çareser dikin.
Şêniyên bajarê Qamişlo îro bi merasîmekê sersaxî ji malbata Şehîd Mehmûd Derwêş re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin
Xelkên Minbicê ji bo şehîd Zelal Zagros merasîma sersaxiyê li dar xistin û destnîşan kirin ku ew ê di şexsê têkoşer Zalal Zagros de heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin .
Rêveberên Reqayê diyar kirin ku projeya Rêveberiya Xweser rêya çareseriya ji tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.
Bi boneya 9'mîn rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ ê xelkê Kobanê şehîdên berxwedaniya Kobanê bi bîranîn.
Dema ku behsa berxwedana sedsalê ya Kobanê tê kirin, yekser destaneya dibistana Serzûrî ya li rojhilatê bajêr tê bîra mirov.
Bi boneya 9'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê, Malbatên şehîdan ên kantona Firatê ji Rojava TV re behsa giringiya berxwedana Kobanê dikin û dibêjin, Kobanê bi saya fedekariyên mezin neket û bû sembola têkbirina çeteyên DAIŞ'ê.