NÛÇE
Meclisa Malbatên Şehîdan li Minbicê bi armanca rakirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan komxebatek li dar xist.
Rêverebên Reqayê ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku projeya Rêveberiya Xweser gelek destkeftî li ser asta herêmî û cîhanî bi dest xistiye.
Rixmî êrîşên berdewam ên dagirkeriya Tirk li dijî navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê lê gelê navçeyê li himberî van êrîşan li ber xwe didin û dibêjin ew tu carî dest ji xaka xwe bernadin.
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aloziya peydakirina sotemeiyê derket holê.
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Cîbcîkar a Kantona Minbicê Nûra El-Hamid, hedefgirtina pêşenga kurd Şehîd Zelal Zagros şermezar kir û da zanîn ku armanc ji hedefgirtina pêşengan şikandina vîna civakê ye.
Dewleta Tirk a dagirker li gel êrîşên xwe yên li dijî Kurdistanê, bi rêya Mîtên xwe jinên pêşeng ên ku nûnertiya têkoşîna azadiyê dikin, hedef digire.
OMER KENCO - HEVSEROKÊ DESTEYA ÇANDINÎ Û AVDANIYÊ YA KANTONA FIRATÊ
DAGIRKERIYA TIRK GUND Û NAVÇEYÊN HERÊMÊ BI DIJWARÎ TOPBARAN DIKE
ji bo piştigiriya jinan di warê derûnî de, Meclisa Jin a bakur û rojhilatê Sûriyê li kantona Reqayê semînerek li dar xistin.
Meclisên Sivîl ên kantona Minbicê ji bo şermezarkirina buyera şehîdxistina siyasetmedar Firyal Xalid daxuyaniyek da û banga hesabpirsînê ji sûcdaran kir.
Xwendekarên Efrînî yên Zanîngeha El-Şerq bi daxuyaniyekê sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê şermezar kirin û soza şopandina rêya şehîdan û rizgarkirina Efrînê dan.
Derbarê êrîşên berdewam ên dagirkeriya Tirk li dijî navçeya Til Rifet a kantona Şehba û helwestên xelkên wê navçeyê hevkarê me Serkeft Hisên AS LIFEK amade kiriye, em temaşe bikin.
Ji ber Buhabûna derman û kêmbûna hin cûreyên wan li bajarê Reqayê, xelkên herêmê zehmetiyên mezin di peydakirina dermanên pêwîst ên nexweşiyên demsalî de dibînin.
Endama Koordînasyona Meclisa Jinê ya Kongra Islama Demokratîk Emîra El Izo hedefgirtina jinên pêşeng şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk hewil dide di kesayeta jinên pêşeng ên Kurdan de tevahî jinan li cîhanê bê hêz bike.
Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Rohilat Efrîn behsa kiryarên dewleta Tirk li Efrînê kir û got, kiryarên li Efrînê bi armanca tunekirina nirxên civakî pêk tên her wiha Tirkiyê dixwaze darizandinên ne qanûnî li Efrînê çêbike.
KENAN BEREKAT - HEVSEROKÊ DESTEYA HUNDIRÎN YA KANTONA CIZÎRÊ
ÎRO SALVEGERA 10'AN A DAMEZIRANDINA RÊVEBERIYA XWESER A KANTONA CIZÎRÊ YE
Xwendekarên Efrîn û Şehbayê karnameyên werza yekem ya sala xwendinê bi sirûda neteweyî wergirtin.
Kongra Star a Efrîn Şehbayê bi daxuyaniyekê hedefgirtina siyasetmedar û pêşeng Zelal Zagros şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji hêza jinên rêxistinkirî ditirse .
Çalakvan û Siyasetmedarên Reqayê diyar kirin ku Hevpeymana Civakî li dijî berjewendiyên dewleta Tirk a dagirkere.
Xelkên Qamişlo ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û pîrozkirina salvegera 10'an a damezrandina Rêveberiya Xweser a Cizîrê meşeke girseyî li darxistin.
Rêveberên Desteya Aboriyê yên Kantona Reqayê êrîşên dawî ên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin dagirkerî bi êrîşan dixwaze herêmê vala bike.
Her wiha Rêveberan dastnîşan kirin ku planên dagirkeran dê li hemberî vîna gele têk biçe