NÛÇE
Salvegera 12'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê Li Kobanê, Hesekê, Qamişlo, Şehba, Tebqa û taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi şahiyan hat pîroz kirin û têde soza domandina têkoşîn û parastina destkeftiyên şoreşê hat dayîn.
Fermandarê giştî yê hêzên sûriya demokrat QSD'ê Mazlûm Ebdî bi riya vîdyoyekê di şahiya kobanê de salvegera salvegera şoreşê pîrozkir û got, Şoreşa 19'ê tîrmehê tevahî Hesabên, li ser sûrî dihatin kirin vala derxist.
LI SERANSERÎ HERÊMÊ SALVEGERA ŞOREŞÊ BI COŞEKE MEZIN TÊ PÎROZKIRIN
Rêveberiya Xweseriya Demokratî ya Minbicê bi şahiyekê salvegera Şoreşa 19 ê Tîrmehê pîroz kir .
Têkildarî rola ciwanan ya di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, rêvebira nivîsgeha ciwanên MSD'ê Nadya Yûsif ji Rojava TV re got, şoreşa Rojava bi pêşengiya ciwanan li ser lingan ma û gihaşte vê qonaxê.
Endamên Pariya Yekîtiya Demokratî PYD diyar kirin ku Şoreşa Rojava li tevahî cîhanê deng veda û ji bo hemû mirovahiyê bû hêviya azadiyê .
Hevserokê meclisa cîbicîkar a kantona Firatê Ferhan Hec Îsa got, şoreşa 19'ê Tîrmehê nûnertiya tevahî şoreş û serhildanên Kurdan ên li her çar parçeyên Kurdistanê dike.
Rojnamevanê kanala Ronahî TV şehîd Mistefa Şukrî di slvegera şehadeta xwe ya 8'emîn de, li kobanê bi merasîmekê hat bibîranîn.
Bi boneya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê şêniyên bajarê Qamişlo şahiyeke girseyî li taxa Cûdî ya li Rojavayî bajêr li dar xistin.
siyastmedar û fermandarên Leşkerî yên herêmê destnîşan kirin ku bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re pêkhateyên herêmê bi yek deng û helwest li hemberî sîstema Diktator serî hildan.
Endama Meclisa Giştî ya PYD'ê Perwîn Yûsif derbarê Rola jin di şoreşa 19'ê Tîrmehê de got ku jinê di milê siyasî de roleke girîng lîst û dikarîbû di vê qadê de cih bigre.
Endama Koordnasyona Tevgera Civaka Demokratîk Şîlan Ehmed ji ROJAVA TV RE behsa kêliyên destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê kir û got ku gel ji bo geşkirina çirûska agirê şoreşê seferber bû.
Endamê komîteya amadekar a çalakiyan ya bajarê Qamişlo Mesûd Yûsif bang li gel kir ku demjimêr 6'ê berê xwe bidin lîstikgeha şehîdên 12'ê adarê û careke din qêrîna azadiyê bilind bikin.
JI BO PÎROZKIRINA SALVEGERA ŞOREŞÊ AMADEKARIYÊN LIDARXISTINA ŞAHIYAN TÊNE KIRIN
DÊ SIBE LI LÎSTIKGEHA 12'YÊ ADARÊ ŞAHIYEKE GIRSEYÎ WERE LIDARXISTIN
SERKEFT HISÊN- NÛÇEGIHAN- QAMIŞLO
Ji bo pîrozkirina Salvegera Şoreşa 19 ê Tîrmehê dê sibe li Şehbayê şahiyek were lidarxistin, xelkên şehbayê jî qada şahiyê xemilandin .
desteya Çandê û Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê kişandina vîdyoklîpa strana bi navê “Stranên Jiyanê” bi dawî bûn.
Klîp 72 hunermendên jin û mêr ji hemû herêma bakurê rojhilatê Sûriyê kom dike.
Ev çend roj in şaredariya bajarê Amûdê ji bo rêxistinkirina jeneratoran û demjimêrên dana elektrîkê, demjimêrên elektronîk datîne.
Desteya xwecihî û hermî û şaredariya kantona Firatê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan 8 bas diyarî zanîngeha Kobanê kirin .
hevseroka desteya parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beyan Elî şoreşa 19'ê Tîrmehê wekî rojbûneke nû ji bo pêkhateyên herêmê bi nav kir û da xuyakirin ku vê şoreşê hişt ku her pêkhateyek xwe bi nasnameya xwe, xwe îfade bike.
endamê desteya hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir û got ku şoreşa 19'ê Tîrmehê tê wateya rakirina hemû rengên desthilatdariyê.