NÛÇE
Şêniyên kantona Firatê bi xwepêşandanekê tecrîda li dijî Rêber APO şermezar kirin û gotin, ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO amade ne hemû berdêlan bidin.
Li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina cezayên dîsplînê yên li dijî Rêber APO gelek daxuyanî hatin dayîn.
Ji ber ku dagirkeriya li beramberî berxwedana gerîlyan têkçûye çeteyên DAIŞê jî beşdarî êrîşên xwe yên li dijî çiyayên başûrê Kurdistanê dike li ser mijarê yek ji fermandarên YPJê Rûxweş Efrîn ji RojavaTV re got: Dewleta Tirk armanc dike ku bi rêya DAIŞê Kurdan qir bike
Kongra Star ya bajarê Qamişlo û jinên ciwan ên PYD'ê yên kantona Minbicê hevkariya PDK'ê ya ligel dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin, heta dawiyê ew ê piştevaniya berxwedana gerîlayan bikin.
Yekîtiya jinên ciwan li kobanê, bi diruşma ''jinên ciwan ber bi jîngeheke paqij, bi jinên ciwan ber bi civakeke demokratîk û ekolojîk ve'' pêngavek paqijiyê di nava kolanên bajêr de, dest pêkir.
Piştî ku UNICEF av Li ser gund û bajarokên kantona Efrîn û Şehbayê qut kir şarederiyên gel a kantona efrîn û şehbayê, dest bi belavkirina avê li ser Gund û Bajarokên kantonê dike .
Şêniyên bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîd û nûkirina cezayên dispilînê yên li dijî Rêber APO, meşek li darxistin û banga bilindkirina asta têkoşînê kirin.
Rojnamevanên bajarê Qamişlo binpêkirinên desthilata Başûrê Kurdistanê li dijî rojnamevan Silêman Ehmed şermezar kirin.
Rojnamevanan diyar kirin ku erka rojnamevanan derxistina deng û rastiya civakane, lê hêzên desthilat vê yekê qebûl nakin.
Di çarçoveya pêngava ''ji Rêber Apo re azadî , ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî'' de Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Apo serlêdana şamê kir û bi aliyên siyasî yê muxalefeta sûriyê civiya.
di serlêdanê de tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û rewşa Rêbertî hatin nîqaşkirin.
Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a kantona Firatê, şitilgehek bi navê Şehîd Roceng Cûdî vekir.
Desteya Rêveberiya herêmî li kantona Firatê ji bo cîbicîkirina projeyên weke ziftkirina rêyan û dirêjkirina torên avrêjiyê dixebite.
Di demên dawîn de bajarê Qamişlo rastî gazincên xelkê li ser nebaşbûna kaqlîteya nan hat.
Welatî daxwaza başkirinê û hesabxwestina ji kesên ku zirarê li debara jiyanê dikin, kirin.
Komîteya tenduristiyê ya Kongra Star ya bajarê Helebê navendeke tiba xwezayî vekiriye û rojane pêşwaziyê li dehan nexweşan dike.
Berdevka Komîteya Tiba Xwezayî Şîraz Silêman dibêje ku, karê wan gelekî giring e û ji aliyê civakê ve rastî pêşwaziyeke germ tê.
şaredariya gel a bajarokê şêrawayê yê kantona Efrîn û Şehbayê, dest bi çaksazkirina rêyan kiriye.
Li gorî hevserokên şaredariyê, dê bi hemû derfetên xwe hewl bidin barê gel sivik bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSDˊê bi malbatên şehîdan ên Minbicê re civiya û rewşa siyasî û karînên leşkerî şîrove kirin.
Komeleya Rojavayê Kurdistanê ya Çanda Kurdî ji bo nîqaşkirina guhertina demografya herêmên dagirkirî û helandina çandan, komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di komxebatê de tekezî li ser parastina mîrateyên çandî û mayîndekirina wan hate kirin.
Gundiyên ji gundê Kulatê yên bajarokê Şêrawayê yê girêdayî kantona Efrîn û Şehbayê nerazîbûna xwe tînin ziman û dibêjin ku dewleta tirk car bi car êrîşî gundê wan dike û jiyana gundiyan xistiye metirsiyê.
Her wiha gundî tekez dikin ku ew li hember êrîşan li ber xwe didin.
SERKEFT HISÊN- NÛÇEGIHAN- QAMIŞLO
KOMELEYA ROJAVA YA ÇANDÊ GUHERTINA DEMOGRAFYA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ NÎQAŞ DIKE
Di berdewamiya biryara efûyê ya ku Rêveberiya Xweser ji bo girtiyên ku destên wan bi xwînê qirêj nebûne derxistiye, Desteya Edaleta Civakî 141 kes ji girtîgehên Elaya û Dêrikê serbest berdan
Rûspî û malbatên girtiyan xebatên rêveberiyê silav kirin û pêngav bi rêzdarî pêşwaz kirin
Meclisa Civakî ya Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreya xwe ya 1ˊemîn bi dirûşmeya "Em ê kar bikin, ava bikin û bi ser kevin tev komkujî û belavbûnê" li Hesekê li dar xist.