NÛÇE
Di bi dirûşma ''Rewş û Girîngiya Ol di Sîstema Neteweya Demokratîk de'' Meclîsa Olî ya Minbicê di kongereya Îslama Demokratîk panelek li Minbicê li darxist.
Desteya Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya pêkanîna biryara efûyê ya Rêveberiya Xweser de, beşa yekemîn ji girtiyên li girtîgeha Xiwêranê berda.
Beriya niha bi du salan fermandara YPJ'ê JIyan Tolhildan digel du hevrêyên xwe Barîn Botan û Roj Xabûr di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.
Bi rêveçûna mewsima çandiniyê ber bi dawiyê ve, Nivîsgeha Dirav û dayînan a kantonên Bakur û Rojhiatê Sûriyê fatûreyên genim ê cotkaran belav dike.
Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê, ji bo nîqaşkirina sedemên xwekuştin û rêlibergirtina wê, komxebatek li dar xist.
Bi diruşma ˊBi rihê Şoreşa 19ˊê Tîrmehê em ê Rêveberiya Xweser xurt bikin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin ˊ Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê şahiyek li dar xist.
Malbatên şehîdan ên Qamişlo hevkariya PDK ya bi Dewleta Tirk re şermezar kirin .
her wiha bang li PDK'ê kirin ku li xwe vegere.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê di navbera rojên 16 û 17'ê Tîrmehê de kongreya xwe ya 4'emîn li bajarê Hesekê li dar xist.
Derbarê encamnameyên kongreyê de Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Reqayê Ehmed El Hemûd ji Rojava TV re got, em ê xwe bighînin hemû ciwanan û wan bi rêxistin bikin. Her wiha azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bînin.
Şaredariya bajarê El Kerama ya kantona Reqayê hejmarek torên avrêjiyê çaksaz kirine û rêyên xirabbûyî jî zift dike.
Hevserokê Şaredariya El-Kerame Feysel El-Beyram ji ROJAVA TV re got, ew ê li gorî derfetên berdest gelek projeyên cuda jî cî bi cî bikin.
Kongra Star li bajarê Kobanê bi beşdariya 15 jinên ciwan, dewreyeke perwerdeyê ya nû vekiriye.
Di perwerdeyê de semîner li ser dîroka jin, giringiya perwerdeyê, rastiya serokatiyê û jineolojiyê têne pêşkêşkirin.
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Yekîtiya Ajokarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şaredariya Gel a Qamişlo , bi armanca danasîna ziman û belavkirina wê, beşek ji fanosên erebeyên xizmetên veguhestina giştî bi zimanê Kurdî pênase kirin.
Rêveberiya sotemeniyê ya Reqayê hewil dide navendên belavkirina xaza malan di nava taxên bajarê Reqayê de, ava bike.
Nûnera ola Zerdeştî li Sûriyê a minbicê Hoda Şêxmûs derbarê fikir û ramnên Rêber Abdullah Ocalan nirxandin kir û got, fikrê Rêbertî herêm ji şerê birakujiyê parast.
Xelkê Kantona Efrîn-Şehbayê her sal weke van deman ji Tîrmeh heta Çotmehê dest bi mewsima berhevkirina hin cûreyên sebze û fêkîyan dike.
Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, avahiyeke taybet ji bo Navenda Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqayê vekir.
Ev 7 roj in nivîsgeha Dirav û dayînan ya Rêveberiya Xweser li seranserî herêmê dest bi xerckirina fatûreyên cotkaran kiriye.
Endamê Fermandariya Giştî ya QSD Luqman Xelîl diyar kir ku tevî Hewldanên dagirkeran ên vemirandina Agirê şoreşa 19 ê tîrmehê jî, lê destkeftiyên pir mezin hatine bidestxistin .
Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk a Qamişlo Zînê Aslan derbarê şoreşa 19'ê tîrmehê ji Rojava tv re axivî û diyar kir ku şoreşa Rojava şoreşeke dîrokî bû ji ber ku mafê jinê parast û hebûna wê daye îsbatkirin.
Berdevka Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo ku di şahiya pîrozbahiya salvegera 12'an a şoreşa 19 têrmehê de beşdar bû, got jinan pêşengiya şoreşê kirin û soza berdewamkirina têkoşînê dan.
Rêvebrên bajarê Kobanê di şahiya salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê de ji Rojava tv nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku bi saya vê şoreşê me gelek destkeftiyên bi nirx bidestxistin.