NÛÇE
Ev demeke hin ji taxên bajarê Qamişlo ji ber nebûna avê, rastî pirsgirêkan tên.
Di parastina mewsimê çandiniyê de, Hêzên Parastinê û tîmên agirkujê roleke giring û sereke lîstin.
Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê şervanê HRE'yê şehîd Çekdar Kobanê oxir kirin û merasîma xiyabî bo şehîd Dilsoz Reco li dar xist.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) têkildarî êrişên nîjadperest yên tirkiyê li dijî çanda Kurdî, daxuyaniyek da.
Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser bi boneya derçûna, 2 dewreyên Hêzên Erka Xweparastinê ji Akademiya Şehîd Ehmed El-Elî û Akademiya Şehîd Kesko ya kantona Reqayê merasîmek lidarxist.
ji bo çareserkirina pirsgirêka bilindbûna nirxê ferûcan li kantona cizîrê odeya bazirganiyê komîteyek ji bo lêkolîna mijarê erkdar kiriye, da ku karibin nirxekî baş ji bo wê destnîşan bikin.
Dewran Eniz Hevserokê Odeya Bazirganiyê behsan kar û xebatên odeya bazirganiyê di vî warî de dike.
Koordînasyona Jin a Meclisa Sûriyeya Demokratîk , bi amadebûna nûnerên ofîsên jin ên kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya nîvsalane li kantona Reqayê li dar xist.
Li Reqayê ji bo nîqaşkirina rewşa kesên ku ji kampa Holê hatine derxistin, civîneke sêalî hate lidarxistin.
Dewleta Tirk a dagirker gundê Bênê yê bajarokê Şêrawa yê kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir, di encamê de bavek û kurê xwe birîndar bûne.
Di bin dirûşmeya, Bi Berxwedaniya Gelê Şingalê Em ê Hemû Gelên Bindest Rizgar Bikin, li Helebê ji bo salvegera 10'emîn a komkujiya Şengalê meşek hate lidarxistin.
Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê bi rêûresmeke taybet endamên Hêzên Parastina Civakî yên ku parastina zeviyên çandiniyê dikirin, xelat kir.
Ji bo ji pirsgirêkên jeneratoran û bihabûna sotemeniyê xilas bibin, cotkarên Şahba ji bo avdanê, xwe dispêrin enerjiya rojê .
Şaredariya bajarokê Taşlûgê ya girêdayî bajarê Kobanê, rêyên sereke yên hejmareke gundan zift dike.
Têkildarî şewitandina dar û daristanên efrîniyan, endama Meclisa giştî ya PYD'ê Ayşe Hiso dibêje, armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji van kiryaran, guhertina demografya Efrînê ye.
beriya çend rojan hin jinên Ciwanên Kurd li bakurê kurdistanê li ber strana Gerîla xwestin govend gerandin, piştî ew dîmen belav bû, ji aliyê dewleta tirk ve hatin binçavkirin..
di bin dirûşma ''daxwazên Tirkiyê li herêmê û komploya wê ya li dijî gelê Sûriyê'' Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi beşdariya hejmarek ji xelkê bajarê Minbicê û saziyên jinan panêlek li darxist.
bi armanca aktîvkirina rola aliyên siyasî yên di bin siya MSD'ê di prosesa siyasî ya Sûriye li gorî şert û mercên heyî , Buroya Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk û Tevgera Nûjen a Kurdistanê bi dirûşma “Rêyên pêşxistina kar di navbera MSD'ê û aliyên siyasî de'' panêle lidarxistin.
Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk di nava berdewamiya pêngava ''Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî'' konserek Hunerî li bajarê Amûdî li dar xist.
tevî êrîşên dijwar û dorpêça girankirî ya li ser şehbayê , lê tevî wê jî kar û xebatên şaredariyê di aliyê xizmetguzariyê didome.
karmendê şaredariyê mihemed mihemed dibêje ku, her çendî êrîşên dagirkeriyê li ser me dijwartir jî bibe, lê ew ê karê xwe ranawestînin.
Endamê Desteya Rêveber a Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Xalid Ibrahîm li ser hewildanên asayîkirina têkiliyên di navbera şam û enqerê de got:'' Enqerê bi vê hewildanê dixwaz e dagirkeriya xwe di nava xaka Sêriyê de berfireh bike''.