NÛÇE
Şêniyên Efrînê yên ku ji cih û warên xwe koçberî Şehbayê bûne, ji bo debara jiyana xwe bikin xwe dispêrin çandiniya cur be cur.
Di vê çarçoveyê de Rojava Tv, xebata welatiyan di dema berhevkirina pîvazan de şopand û ev rapor amade kir
Têkildarî sedemên zindîbûna çeteyên DAIŞ'ê, hevserokê meclisa leşkerî ya Herêma Firatê Mehmûd Qeremox ji Rojava TV re axivî.
Mehmûd Qeremox diyar kir ku, êrîşên komên Hikûmeta Şamê yên li dijî Dêrazorê nîşan dide ku, hemahengî di navbera wan û çeteyên DAIŞ'ê de heye.
Yekîtiya Jinên Ciwan bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo, di bin diruşmeya “Jinên ciwan fedayî rêber apo ne” li bajarê Qamişlo meşeke girseyî li dar xist.
Di çarçoveya însiyatîfên Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD'ê de ji bo lêkolînkirina mekanîzmayên gihandina pêşxistina xebatê di navbera MSDˊê û partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Nivîsgeha Têkiliyan bi Partiya Yekitiya Suryanî re li Hesekê panelek li dar xist.
parêzer Xufran Xelef li ser paşxaneya birîna cezayê darvekirinê li Paxşan Ezîzî û Şerîfe Muhemedî got ku desthilata Îranê bi van kiryarên xwe dixwaze tevgerên jinan yên di Îranê de çalak biçewisînin.
Jinên ji kantona Efrîn û Şehbayê drebarê sûcên çeteyên dewleta tirk a dagirker li efrînê derheqê jinan de,di heman demê sûcên Rejîma Îranê li ser jinên kurd axivîn û bi helwest in.
her wiha jinan diyar kirin ku jinên kurd bi van sûcan û bi mirinê tune nabe.
Welatiyê bi navê Mihemed Xêr Elîka ya ji bajarê Qamişlo derbarê êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û got ku ev 50 sal in ku dewleta tirk li ser gelê kurd şerê qirkirinê dide meşandin.
Endam û Parêzerên Înisyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Apo yên kantona Reqayê, têkildarî pergala êşkenceyê ya li îmralikyê gotin ku, divê zexit li hikûmeta faşîst ya Erdogan bê kirin û tecrîd bê şikandin.
Berpirsê navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Ferhad Şamî ji Rojava Tv re ragihand ku Hêzên wan Hewlidan û Êrîşên çeteyan li Dêra Zorê têk birine û Xebatên lêgerînê berdewam in .
Kevana Zêrîn ya Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo xwedîderketina li çanda Kurdî, dewreyeke perwerdeyê ya têkildarî govenda herêma Mêrdînê vekir.
Nivîsgeha Sewaldariyê ya girêdayî Desteya Çandinî û Avdanê ya kantona Reqayê, destûr dide projeyên xwedîkirina mirîşk û masiyan, her weha piştgirî dide kedîkerên sewalan ên li herêmê.
Xelkê bajarê Qamişlo gazinan ji zêdebûna hejmara otomobîlên li bajêr dikin, ku ev yek jî dibe sedema krîzeke trafîkê û bandoreke neyînî li ser tenduristiyê jî dike.
Têkildarî salvegera 10'emîn a komkujiya Şengalê endamê meclisa yekîtiya Êzidiyên Sûriyê, Ziyad Rûstem got, fermana 3'yê tebaxê li dijî tevahî gelê Kurdistanê pêk hat.
Her wiha Ziyad Rûstem da zanîn ku, heta rizgarkirina temamê jin û keçên Êzidî ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çanda Kurdî û Bi dirûşma "Çanda me nasnameya me ye" meclisên jin û ciwanan ên Partiya Sûriyeya Pêşerojê çalakiyeke çandî û hunerî li Helebê lidarxist.
dayika saliha elî ya ji bajarê kobanê bi meraq û hezkirineke mezin xwedî li çanda kevnar derdikeve û mûzexaneyeke tiştên kevnar û dewlemend ava dike.
armanca dayika saliha jî ji bo parastin û xwedî derketin li çanda dayîk û bavan e.
her wiha gelê kobanê jî bi vê gavê kêfxweş bûne.
Berdevka Rêxistina Stêrk a parastina mafên zarokan Cûliya Xelo, têkldarî bûyerên ku li dijî zarokan li herêmên dagirkirê de pêk tên û bandora şer li ser dirûna wan nirxandin kir.
Cûliya Xelo banga bi dawîkirna sûcên ku li herêmên dagirkirî dijî zarokan tê kirin kir.
Komîteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Reqqayê, bi armanca pêşxistin û piştgiriya ciwanên herêmê, perwerdeyên pîşeyî yên di warên (dirûtin - porbirîn û alîkariyên destpêkî) vedike.
Partiya Çep a Kurd li Sûriyê bi boneya salvegera damezirandina xwe ya 59'an şahiyek li bajarê Qamişlo li dar xist.
şandeke Rêveberiya Xweser a Şengalê serdana tevgera civaka demokratîk TEV DEM ê kir, Di serdanê de şandeyê ji ber piştgirîdayîna civaka êzidî spasiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Desteya Çand û Hunerê ya kantona Firatê bi hevkariya Yekîtiya Rewşenbîran şevbuhêrkeke helbestan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo saz kirin.