NÛÇE
têkildarî mijarê endamê meclîsa giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk Luqman Caro got, birîna cezayan li dijî Silêman Ehmed bi hinceta endamtiya PYD'ê li dijî yasayên mafên rojnamevaniyê ye û qet nayê qebûlkirin.
Ji bo avakirina herêmeke pîşesaziyê li bajarê Qamişlo, yekîtiya pîşesaziyê civînek ji pîşesazên Qamişlo re li dar xist.
Komîteya Tendirustîyê ya Kongra Star ya Efrîn-Şehbayê bi daxuyaniyekê got, girankirina tecrîdê û qedexekirina pêkanîna hevdîtinê li dijî yasayên rêxistinên mafên mirovan e.
dewreya perwerdehiyê ya hêzên Komandos ên QSD'ê ya bi navê şehîd Ronî Welat bi dawî bû.
li kantona Reqayê bi armanca asfeltkirin û çêkirina rêyan, şaredariya gel ya kantonê pirojeyên xwe yên xizmetguzariyê didomîne.
li gorî serperştên pirojeyê, xebatên asfaltkirin û çêkirina rêyan li reqayê ji sedî 45 bi dawî bûye.
Şaredariya gel a bajarê Qamişlo di sala 2024an dest bi gelek pirijeyan kir,ji wan pirojeyan jî ya çêkirin û sererastkirina riyan bû.
derbarê xebatê sererasrkirina riyan de Çavdêrê Fenî ya şaredariya gel a Qamişlo Yasîn Şêxmûs ji Rojava tv re behsa pirojeyên vê salê dike.
Komîteya Tenduristî ya girêdayî Kongira Star û Meclîsa Tendirûstî ya nexweşxaneya şehîd Xalit Fecir ên Helebê bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî a li dijî rêber Ebdula Ocalan şermezar kirin..
Tevgera Civaka Demokratîk a kantona Firatê bi daxuyaniyekê tecrîda li dijî rêber APO şermezar kir û banga mezinkirina asta têkoşînê kir.
Endama Komîteya Têkiliyên Diblomasî ya Kongra Star Rîhan Temo Cezayê darvekirinê yê li dijî rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî şermezar kir.
Yekîtiya Werzişê ya kantona Cizîrê di dawiya meha borî de, vekirina akademiya perwerdeya futbolê ya bi navê akademiya Ş.Heysem Kico ragihand.
Yekîtiyê destnîşan kir ku armanc ew e ku zarokan fêrî prensîpên futbolê bikin û zarok li ser perwerdeyeke werzîşî û rast werin perwerdekirin .
Weke gelek saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê jî, projeyên aborî ên biçûk ji bo malbatên koçber vedike.
Projeyên herî girîng ên hatine bicihanîn û armancên wan çi ne؟ em ê di vê raporê de nas bikin.
Nivîsgeha dirav û dayînê ya Rêveberiya Xweser ya kantona Cizîrê di belavkirina fatureyên genim yên cotkaran de berdewam e.
Hevseroka Mala Êzidiyan ya Helebê Nûşîn Mûsa got, DAIŞ'ê bi hevkariya dewleta Tirk û PDK'ê êrîşî Şengalê kir.
Her wiha Nûşîn Mûsa da zanîn ku bi saya şervanên azadiyê Kurdên Êzidî ji pencên hovan hatin rizgarkirin.
Rêveberên bajarê Kobanê tecrîda li dijî Rêber APO şermezar dikin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO dikin.
Her wiha Rêvebrên Kobanê piştrast dikin ku azadiya Rêber APO, azadiya gelan e û tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê dikin.
Endama Meclîsa Jinên Sûriyê Mûna Yûsif derbarê komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an ya li ser gelê Êzîdî yên Şengalê de got ku di wê demê de hêzên li Şengalê aktîv bûn xwe vekişandin.
Kongra Star ji bo bîranîna şehîdên fermana 3'yê Tebaxê û şermezarkirina cezayên darvekirinê yên li dijî jinên Rojhilatê Kurdistanê, mitîngek li dar xist.
di salvegera 1'emîn a şehadeta her çar qehremanên leheng Şehîd Aram, Diyar, Gerzan û Welat de, doh bi merasîmekê li goristana Ş.Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo hatin bibîranîn.
KONGRA STAR JI BO ŞERMEZARKIRINA SALVEGERA FERMANA ŞENGALÊ MITÎNGEKÊ SAZ DIKE
SERKEFT HISÊN- NÛÇEGIHAN- QAMIŞLO
Ji bo şermezarkirina 10'emîn salvegera Komkujiya Şengalê, mala Êzidiyan a kantona Cizîrê li bajarê Amûdê meşek li dar xist.
Kurdên Êzidî yên Rojavayê Kurdistanê di dema fermana Şengalê de, xwedî li Êzidiyên Şengalê derketin û bi hawara wan ve çûn.