NÛÇE
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM'ê duh konferansa xwe ya 5'emîn li bajarê Hesekê li dar xist.
Endamên koordînasyona Kongra Star yên kantona Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê û êrîşên çekdarên Dîfa El Wetenî yên li dijî Dêrazorê şermezar kirin.
rûspiyên eşîreyan û fermandarên hêzên leşkerî yên bajarê Sirînê ya kantona Firatê diyarkirin ku hikûmeta Şamê û çeteyên girêdayî wê bi êrîşên li ser Dêrazorê armanc dikin ku aramî û ewlehiya herêmê têk bibe.
Hevserokê gerînendeya têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser Fener El Kiêt derbarê êrîşên leşkerên Hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El wetenî yên li dijî Dêrazorê ji Rojava TV re axivî.
ŞERVAN MEHMÛD- NÛÇEGIHAN- HESEKÊ
Li kantona Efrîn- Şehba ji bo şehîd Soro Berxwedan ku di qonaxa duyemîn a berxwedana serdemê de şehîd bû, konê sersaxiyê hat vedan û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
Di bin dirûşmeya "Rêxistinên civaka demokratîk garantiya azadî, edalet û wekheviyê ye" Tevgera Civaka Demokratîk TEV- DEM'ê kongreya xwe ya 5'emîn li dar xist.
Li ser bûyera şewitandina darên Efrînê, her weha geşedanên li Dêrazorê, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Helebê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û daxwaza destwerdana lezgîn kir.
Xelkên Kobanê bi meşeke girseyî Êrîşên Hikumeta Şamê ên li dijî Dêrazorê û Komkujiya ku li dijî sivîlan pêk aniye, şermezar kirin.
Rûspiyên eşîrên kantona Firatê bi daxuyaniyekê hewlên Hikûmeta Şamê yên ji bo gurkirina nakokiyan li Dêrazorê şermezar kirin û tekezî li ser pêwîstiya hevgirtina gelên herêmê ji bo têkbirina planan kirin.
Dayîkên Gerîla ên Helebê piştgiriya xwe bi berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re dan.
Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif di kongreya 5'emîn a TEV- DEM'ê de gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser rewşa li Dêrazorê.
Foza Yûsif got, şerê li Dêrazorê bi plana îstixbaratên Hikûmeta Şamê û dewleta Tirk pêk hatiye.
Her wiha piştrast kir ku bijarteya wan, diyaloga Sûrî- Sûrî ye.
Partiyên siyasî û rêxistinên jinan ên kantonên Reqa û Minbicê, bi daxuyaniyên cuda êrîşên Hikûmeta Şamê yên li dijî Dêra Zorê şermezar kirin.
Her wiha gotin, bi van êrîşan aloziya Sûriyê kûrtir dibe û banga dîyaloga Sûrî- Sûrî kirin.
Bi dehan xelkê gundê Taşlûkê yê rojhilatê bajarê Kobanê bi armanca pîrozkirina 15` Tebaxê meşeke meşaleyan li darxistin.
Bi sedan Koçberên Efrînî û xelkên kantona Şehbayê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê HREˊyê şehîd (Soro Berxwedan) oxir kirin.
Ciwanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina deskeftiyên Şoreşê bi coş tevlî hêzên xweparastinê dibin.
leşkerên Erka Xweparastinê tekez dikin ku ew di ber parastina axa xwe de berpirsyar in.
Şêx û Rûspiyên Kantona Reqayê êrîşên hikûmeta şamê û çeteyên dîfa el wetenî yên li dijî dêra zorê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi QSD'ê re ragihandin.
Xelkên bajarê Qamişlo û kantona Minbicê êrîşên hêzên hikûmeta şamê û çeteyên dîfaa el wetenî yên li dijî dêra zorê bi meşên girseyî şermezar kirin û tekez kirin ku ew ê rê nedin dijmin ku planên xwe pêk bîne.
MISLIM EHMED- ÇALAKVANÊ SIYASÎ- ALMANYA
ÇETEYÊN GIRÊDAYÎ HIKÛMETA ŞAMÊ ÊRÎŞÎ DÊRA ZORÊ KIRIN
KARVEDANÊN LI HEMBER ÊRÎŞÊN LI DIJÎ DÊRA ZORÊ ZÊDETIR DIBIN
Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê îro li bajarê Kobanê 7'emîn festîvala Zarokên Firatê li dar xist.