NÛÇE
koçberên Efrînî yên ku li kampa berxwedan ya kantona şehbayê di bin navê koçberiyê de jiyan dikin dibêjin ku, ew di nava çadran de rastî zor û zehmetiyên giran tên û ji mafê xwe yê herî rewa bê parin.
her wiha banga bidawîkirina dorpêç û vegera li cih û warê xwe kirin.
li Helebê, di bin dirûşmeya "Misogeriya mayîndeya şoreşê girêdayî serkeftina xwendekarên civaka demokratîk e" çalakiya xelatkirina xwendekarên serkeftî yên refa 12'an hat lidarxistin.
Rêveberiya sotemeniyê ya Reqayê ji duh ve dest bi kontrolkirina kartên sotemeniyê yên xelkên nava bajêr kiriye û mazota zivistanê li wan belav dike.
Meclisa cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser a kantona Firatê, civîna xwe ya nîvê salê li bajarê Kobanê li dar xist.
bi armanca şermezarkirina Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, jinên Tebqayê daketin qadan .
Rêxistina sara ya têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan li Kobanê,Şehba û Helebê cezayê darvekirina çalakvanên jin li Îranê şermezar kirin .
Yekemîn lehengiya basketbolê ya jinan li bajarê Qamişlo bi beşdariya 5 tîmên kantona Cezîrê hat lidarxistin.
Li ser daxwaza Heyva Sor a Kurd, welatiyên bajarê Qamişlo berê xwe dan nexweşxaneya Onkolojî, Şewat û Talasimyayê û xwîna xwe dan.
Dibistana Nowêla di sala 2019 an de li bajarê Qamişlo ji aliyê Tevgera hîlala Zêrîn ve hatiye vekirin, behreyên jinên ciwan pêşdixe û wan fêrî çanda kurdewarî ya kevnar dike.
Kongra Star a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya berxwedana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê dikin.
her wiha banga betalkirina biryarên darvekirinê ya derheqê Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî kirin.
Meclisa partiya sûriya pêşerojê foruma gelêrî ji bo yekîtiya niştîmanî û dûrxistina ji fitneyê li minbic li dar xist.
Şandeyeke Kongra Islama Demokratîk û hevgirtina Al El Beyt, serdana Dêrazorê kir û bi rêveberiya kantonê, şêx û rûspiyên eşîran û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê re civiya.
Ji bo nîqaşkirina têkoşîna jinan di nava pergala Rêveberiya Xweser de, koordînasyona jin ya kantona Cizîrê komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xist.
KOORDÎNASYONA JIN YA CIZÎRÊ JI BO NÎQAŞKIRINA TÊKOŞÎNA JINAN KOMXEBATEKÊ LI DAR DIXE
SERKEFT HISÊN - NÛÇEGIHAN - QAMIŞLO
Komîteyên ragihandinê yên meclisên malbatên şehîdan li kantona cizîrê bi daxuyaniyekê cezayên darvekirinê ku rêjîma îranê li jinan dibire şermezarkirin.
bi boneya salvegera 40'enîm a pêngava 15'ê Tebaxê, Li bajarê Şehbayê cejna Vejînê bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin, di şahiyê de tekezî li ser şopandina rêya şehîdên nemir ên doza azadiya Kurdistanê hate kirin.
Ji bo bîranîna salvegera 10'an a komkujiya şiêtatan Encumena rêveber a kantona dêrazorê çalakiyek li dar xist.
Şêniyên kantona Minbicê bi şahiyeke girseyî salvegera 40’î ya Pêngava 15’ê Tebaxê û salvegera 8’emîn a rizgarkirina kantonê ji çeteyên DAIŞ’ê pîroz kirin.
Xelkên bajarên Kobanê û Helebê jî bi armanca pîrozkirina salvegera pêngva 15'ê Tebaxê şahiyên ji hev cuda lidarxistin.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 40ˊemîn a Pêngava 15ˊê Tebaxê şahiyên girseyî hatin lidarxistin.