NÛÇE
Meclisa Jinên Sûriyê bi daxuyaniyekê cezayê darvekirinê ji aliyê rejîma Îranê ve li dijî çalakvanên jin, şermezar kir û tevlîbûna xwe ya ji kampaniya na ji darvekirinê re ragihand.
Şaredariya Gel a kantona Reqayê bi hevkariya Rêveberiya Xwecihî û Şaredariyan, dest bi projeya çaksazkirina tora kanalîzasyona xerabûyî ya li taxa El-Nehda kir.
Nivîsgeha Perwerde û amadekirina rêveberî ya Rêveberiya Xweser dewreya perwerdeyê ya sêyemîn ji bo pişkîner, anku mufetîşên saziya Çavdêriya Giştî li akademiya Şehîd Ferhad Dêrik vekir.
Di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber APO de, li bajarê Helebê parêznameya 5'an a Rêber APO tê xwendin.
Welatiyên bajarê Qamişlo û endamên Kongra Star êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî saziyên xizmetguzariyê û hedefgirtina sivîlan şermezar kirin.
Yekîtiyên tenduristiyê yên kantona Reqayê û desteya tenduristiyê ya kantona Minbicê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Bi armanca bersivdayîna kiryarên qirkirnê yên faşîsta Tirk a li dijî çanda Kurdî li Bakurê Kurdistanê, tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Efrîn û Şehba ji bo bidawîkirina perwerdeya govendên Filklorî ya her çar perçeyên Kurdistanê çalakiyek hunerî lidarxist..
komek ji jinên bajarê Qamişlo xwediyên destê paqij girûpek bi navê xewnên biçûk avakirin e û mûneta malan çêdikin..
jinên ku di nava vê girûpê de dixebitin piraniya wan xwediyê pisporiya bi salan e û dibêjin ku baweiya xelkên herêmê bi karê wan heye û daxwazek mezin jî li ser heye..
hevkarên me derbarê kar û xebatên vê girûpê de rasporek amadekirin e, em bi hev re lê temaşe bikin..
li dijî biryara darvekirinê li ser jinên rojhilatê kurdistanê û îranê bi helwestin.
her wiha jinên helbê diyar kirin ku îranê her jina ku daxwaza mafê azadiya xwe û civaka xwe dike ji aliyê rejîmê ve tê hedefgrtin
Duh Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê û Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kantona Dêrazorê kirin.
keseyên ku bi şandeyê ra serdana dêrazorê kirin dibêjin ku, armanc ji vê ser danê ew bû ku ew piştgiriya xwe bi xelkên dêrazorê re nîşan bidin û tekez bikin ku ew li hemberî hemû pilanên dijminane yekin .
Piştî temamkirina perwerdeyên pêwîst, 139 zarokên bajarê Kobanê bi şahiyekê ji baxçe û danîngehên desteya jin ya kantona firatê der çûn.
Di bin dirûşmeya Vegera ji Jiyan re, Navenda lênêrîna civakî ya desteya Karûbarên Civakî û kedkaran ya kantona Reqayê, pêşangehek ji bo vegeriyayên ji kampa holê li dar xist.
Meclisa malbatên şehîdan a bajarê Qamişlo tevlî merasîma Oxirkirina jina welatparêz Letîfa Hisên, bûn .
Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro civîneke berfireh bi xelkê bajarê Minbicê re li dar xist û tê de girîngtirîn pirsgirêkên bajêr û rêyên çareserkirina wan gotûbêj kir.
Nexweşxaneya onkolojî, anku penceşêr, talasimya û şewatê ku dawiya sala derbasbûyî ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve li bajarê Qamişlo hate vekirin, barê nexweşan gelek siviktir kiriye û xizmetên xwe yên tenduristiyê bi awayekî bêramber pêşkêş dike.
Yekîtiyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk TEV- DEM'ê serdana avahiya giştî ya tevgerê dikin û pîrozbahiyê li hevserokên nû dikin.
Di navbera Nexweşxaneya Dil û Çav û Postexaneya bajarê Qamişloyê de êrişek pêk hat.
Nûçegihanê me ragihand ku, piştî danê nîvro, li herêma pîşesazî ya Qamişlo di navbera Nexweşxaneya Dil û Çav û Postexaneya Qamişloyê de êrişek pêk hatiye.
ji ber êrîşê zirareke mezin bi mal û milkên welatiyan hatiye.
Derbarê ziyayên canî de jî heta amadekirina vê bultenê ti agahî nehatine bidestxistin.
Mîhrîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dirûşma "Bi ruhê zarokên şoreşê em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin" di roja 2'emîn li bajarê Hesekê birêve diçe.
Rêveberiya Avê ya kantona Firatê ji bo dabînkirina avê li bajarê Kobanî kar û xebateke mezin dide meşandin û di nava hewldanan de ye.
Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê û Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kantona Dêrazorê kirin û tekezkirin ku çarenûsa herêmê bi hev ve girêdayî ye..