NÛÇE
Xelkên bajarê Qamişlo, bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Amir Ehmed El Hesen yê ku di 20’ê Tebaxê de dema li ser erka xwe bû, şehîd bû li goristana Ş.delîl saroxan oxirkirin.
Şêrzad şero yê temen 20 salî ku li bajarê Qamişlo jiyan dike ji zaroktiya ve bi kurdewariyê ve girêdaye û di nava lêgerîna li rastiya kurdistanê de ye
Xelkên bajarê qamişlo li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê bi tundî şermezar kirin.
xelkên qamişlo gotin, êrîşên dewleta Tirk a dagirker nikare hebûna gelê kurd tune bike.
Rêveberiya Rêxistina Sara ya kobanê Kamila Elî ji Rojava TV re behsa karûxebatên rêxistinê yên ji bo rêgirtina li ber tundiyê dike.
Şaredariya gel a kantona Reqayê ji bo paqijkirina kolanên bajêr, girêbest li gel kompanyayekê îmze kiriye.
Meclisa Zanîngeha Kobanê ji bo nîqaşkirina rewşa xwendinê ya salên derbasbûyî û ya nû jî civînek li dar xist.
XELKÊN QAMIŞLO BI MERASÎMEKÊ CENAZEYÊ ŞEHÎD AMIR EL HESEN OXIR DIKIN
SERKEFT HISÊN- NÛÇEGIHAN- QAMIŞLO
desteya tenduristiyê ya kantona Firatê bi daxuyaniyekê hedefgirtina derdora nexweşxaneya Dil û Çav a bajarê Qamişlo şermezar kir.
Berdevkê Rûsipiyên taxa şêxmeqsûd û eşrefiyê Bedran Hemo tecrîda li dijî rêber Apo bi tundî şermezar kir û da zanîn ku pirojeya netewa demokratîk ya Rêber APO dê bibe nasnameya gelan.
Her wiha Îlham Ehmed diyar kir ku, ew ê heta mirinê destkeftiyên şoreşê biparêzin û li pêş jî bixînin.
Hevseroka gerînendeya têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlhan Ehmed di komxebatê de gotarek pêşkêş kir.
Îlham Ehmed got, hinek alî bi zanebûna perwerdeya bi zimanê Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê reş dikin.
PYD'ê li bajarê Qamişlo ji bo nîqaşkirina nasnameya Kurdî û gelên Sûriyê di pergala neteweya demokratîk de komxebatek li dar xist.
Siyasetmedarên Reqayê destnîşankirin ku her hewldanek ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk wê rastî berxwedaneke berfireh a gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê were.
Êrîşa dewleta Tirk ya nêzî Naxweşxaneya Dil û Çav a li bajarê Qamişlo, ji aliyê sazî û desteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi berfirehî tê şermezarkirin
Însiyatîfa Gel a Kantona Efrîn û Şehba ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li gundê Babinisê meşek organîze kir, Di meşê de bi hezaran xelkê herêmê beşdar bû.
Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV- DEM'ê û Yekîtiya rewşenbîran yên kantona Cizîrê, ji bo nîqaşkirina dîplomasiya civakî, semînerek li dar xistin.
hevseroka PYD’ê Asya Abdullah a di 3’yemîn Kongreya Meclisa Jinan a PYD de axivî got: “Divê jin bi dirûşma Jin Jiyan Azadî li dijî siyasetên ku li ser jinan ji aliyê pergalên desthilatdaran û kapîtalîzmê ve tên kirin, têkoşînê xurt bikin û jiyana azad û wekhev ava bikin.
Rêveber û Endamên kongra star yên bajarê Amûdê diyar kirin ku, dagirkerî bi êrîşên xwe armanc dike gel bitirsîne û wan koçber bike.
Her wiha bang li aliyên peywendîdar kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û êrîşên li ser herêmê bi dawî bikin.
kongreya xwe ya 3ˊyemîn a Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD'ê ku bi diruşma ˊFelsefeya Jin, Jiyan, Azadî misogeriya civaka exlaqî û siyasî demokratîk eˊ hatibû lidarxistin bi encamnameyekê bi dawî bû..
SERKEFT HISÊN- NÛÇEGIHAN- QAMIŞLO