NÛÇE
Navend ku rojane zêdetirî 200 nexweşan ji gundewarên Sirînê pêşwazî dike, bi derfetên kêm alîkariyê xelkên wê deverê dike.
Şaredariya gel a gundê Tenûriyê li gundê Til zîwan yê ku dikeve nêzî bakurê bajarê Qamişlo dest bi projeya torên avrêjiyê kirye.
Têkildarî sûcên çeteyan ên li Efrîna dagirkirî nemaze li dijî jinên gundê Kaxrê, Berdevka Rêxistina Sara a kantona Efrîn-Şehba Zeyneb Xelîl ji Rojava Tv re got, çete bi kiryarên xwe dixwazin nasname û hebûna jin tune bikin.
Meclisa Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê Qamişlo îro bi dirûşmeya “Têkoşîna me şoreşa jinê û avakirina Sûriyeke demokratîk e” 2'emîn konferansa xwe lidarxist.
Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di peydakirina madeyên pêwîst de ya ji bo çaksazkirina rê û navendên giştî, rastî zehmetiyan tên.
girînendeya avê ya kantona firatê qonaxa yekemîn a projeya Til El Ebr ku dê ava vexwarinê ji 52 gundan re peyda bike, bi dawî kir.
Xelkên kantona minbicê bi meşekê pergala eşkence û qirkirinê ya li dij Rêber Abdulah Ocelan şermezar kirin û banga azadiya Rêber Apo kirin.
Her ku diçe bertek û nerazîbûn li hember sûc û hovîtiya dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinên efrînî ên ji gundê kaxirê zêdetir dibin.
Bi boneya salvegera 2`yemîn a qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina Serhildana Jin, Jiyan, Azadî, li bajarê Hesekê meşek hate lidarxistin.
Navenda Şehîd Amara ya girêdayî desteya Jin a kantona Cizîrê, şahiyek ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet li bajarê Qamişlo li dar xist.
NERAZÎBÛNÊN LI HEMBER ÊRÎŞA LI DIJÎ #GUNDÊ_KAXIRÊ ZÊDETIR DIBIN
ÎBRAHÎM HEFTARO - RÊVEBERÊ MECLISA GIŞTÎ YA KOMBENDA EFRÎN A CIVAKÎ
Rêveberiya sotemeniyê ya kantona Cizîrê belavkirina mazota zivistanê, ku di destpêka meha Gulanê de dest pê kiribû, berdewam dike.
Koçberên Efrînî bi mitîngekê êrîşa li dijî Gundê Kaxirê ku di encamê de 20 kes birîndar bibûn, şermezar kirin.
Tevgera Çand û Hunerê ya Kobanê bi sernavê ʹBalblîsokên Rengînʹ pêşengeheke wêneyan li Navenda Xabûrê ya Çand û Hunerê ya li Hesekê vekir.
Şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmekê şehîd Aslan Qamişlo û Eymen Hac Çolî ku 17'ê Îlona 2023'an di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, bi bîr anîn.
Tevî rewşa koçberî, ferzkirina dorpêçê û zehmetiyên heyî, koçbera Efrînî Ferîde Îbo ku ji 30 salan ve karê dirûtinê dike li şehbayê afrîneriya xwe dewam dike.
Ferîde Îbo dibêje, ew di nav karê xwe de girîngiyê dide çêkirina cilên kurdî.
Rêveberên Kantona Firatê sûcên û binpêkirinê ku dewleta Tirk û çeteyên wê di Efrînê de pêk tînin şermezar krin û gotin,
li hember sûcên li Efrîna dagirkirî civaka navnetewî di rewşa bêdengiyê de ye.
Rêveberan banga bi dawîkirina sûcan û darizandina sûcdaran kirin.
Bi sedan xelkên kantona Efrîn-Şehbayê bi merasîmeke xiyabî sersaxî dan malbata Şehîd Mazlûm Partîzan.
Ofîsa Rêxêstinî ya Efrîn û Şehbayê ya Kantona Minbicê îro bi daxuyaniyekê bang li civaka navnetewî kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê bi dawî bikin.
Kombenda Efrîn a Civakî ya li kantona Reqayê bi daxuyaniyekê sûc û binpêkirinên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî nemaze Efrîn şermezar kir.