NÛÇE
CAWÎDAN HESEN- ENDAMÊ MECLISA GIŞTÎ YA PYD'Ê LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Li Helebê ji bo nîqaşkirina zewaca keçên temen biçûk, kuştin û xwekuştina jinan komxebateke berfireh hate lidarxistin.
Yekîtiya Ragihandina Azad sînevizyoneke ku behsa têkoşîn û xebata Şehîd Seyîd Evren dike, li bajarê Qamişlo pêşan da.
Endamê komîteya çavdêriyê ya desteya Karûbarên Civakî Mihemed Şêx Qember bertek nîşanî pergala êşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan da û got, armanca tecrîdê qutkirina rêber APO ji gelê kurd e.
Her wiha Mihemed Qember da zanîn ku, çiqas hewl bidin dê nekaribin rê li pêşiya belavbûna ramanên Rêber APO bigrin.
Cîgira seroka Desteya Jin ya Kantona Efrîn û Şehbayê Arîn Bakîr diyar kir ku armanca dewleta tirk ji dagirkirina bajarê Efrînê têkbirina şoreşa jinan bû.
Her wiha Arîn Bakîr da zanîn, ji ber ku jinan nerazîbûn nîşanî binpêkirin û tawanên çeteyan dan, ji lewre li gundê Kaxirê hatin gulebarankirin.
ŞEBAN FARIS- HEVSEROKÊ KOMÎTEYA RÊXISTINÎ YA PYD'Ê- HESEKÊ
Xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.
Yekîtiya Ragihandina Azad îro bi merasîmekê salvegera yekemîn a şehadeta Rojnamevan û Nivîskar Seyit Evran li ser gora wî bi bîr anî.
Çend roj in cotkarên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi çinîna pembû kirine.
Kamîrey Rojava Tv berê xwe da gundê Girbawî ya bajarê Qamişlo û mekanîzmeya çinnîa pembû her wiha astengiyên li pêşiya cotkaran şopand.
Xebatên Kongreya 10'an a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê di roja xwe ya duyemîn de li bajarê Hesekê dewam dike.
XEBATÊN KONGREYA 10'EMÎN A PYD'Ê LI BAJARÊ HESEKÊ DEWAM DIKIN
LÎLAV ELÎ- NÛÇEGIHAN- HESEKÊ
Meclisa Jinên Sûriyê derbarê roja aştiyê ya cîhanî de komxebatek li kantona Minbicê li dar xist.
Xelkên taxa şêxmeqsûd yên Helebê, ji bo şehîd Şiyar Efrîn ku li herêmên parastinê yên medyayê şehîd bibû, merasîmeke sersaxiyê li dar xistin.
Desteya jin li Kobanê ji bo zarokên şehîdan şahiyek li dar xist û atmosfêreke geş ava kir.
Hevserokê şaredariya gel ya bajarê Dêrikê Ciwan Hesen Ji Rojava Tv re behsa pirojeyên xizmetguzarî yên sala 2024 an dike û dibêje ku di nava salê de wan gelek pirojeyên mezin bi cih anîn û amdekariyên hin pirojeyên beriya demsala zivistanê dikin.
bertek û nerazîbûnên li hember kiriyarên çeteyên tirkiyê li dijî efrîn nexasim li dijî jinên gundê kaxirê zêdetir dibin.
di vê derbarê de, rêveberên rêxistinên jinan li herêmê bang li aliyên navnetewî dikin ku çavên xwe li sûc û kirinên Tirkiyê vekin û hesab ji sûcdaran biwxezin.
Nivîsgeha Perwerdeyê ya kantona Minbicê, paneleke diyalogê di bin dirûşmeya “Sîstema Hevserokatiyê li ser bingehê rêveberî, hişmendiya azadî û demokrasiyê pêk tê” li dar xist.
Jinên Minbicê bi boneya 20'mîn salvegera damezrandina pergala hevserokatiyê li Kela Necim ya dîrokî şahiyek li dar xistin.
Malbatên Şehîdan ên bajarê Amûdê hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re şermezar kirin û gotin, dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana gerîlayên azadiyê têk çûye.
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê sibe kongreya xwe ya 10'emîn li bajarê Hesekê li dar dixe.