NÛÇE
Li bajarê kobanê amadekariyên festîvala 3'emîn a arîn kezyên aştiyê ya şanoyê tên kirin.
Koma Serdem şanoya bi navê 'Çirîsk' li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a Qamişlo pêşkêş kir.
ji bo salvegera 2yemîn a şehadeta şehîd Yilmaz Şero, merasîmek li goristana Ş Delîl Saroxan a Qamişlo hatlidarxistin.
di demsala payîzê de jinên herêmê dest bi kelandina genim dikin da ku qûtê xwe yê salê peyda bikin, çanda kelandina genim jî jinan ji dayikên xwe girtine û heta roja îro parastine.
kamereya ROJAVA TV berê xwe da gundê nêf ê qamişlo û atmosfera kelandina genim ku li herêmê jêre dibêjin çêkirina danûkan şopand.
Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Yûsif Kotê derbarê komploya li dijî rêber Apo û pergala işkence û qirkirnê ya li îmraliyê got, komplogeran xwestin di şexsê Rêber Apo de gelê ku bi fikrê rêbertî ve girdaye tune bike.
yusif kotê li hember pergala qirkitrinê banga mezinkirina têkoşînê kir.
Her wiha Zerdeşt Efrîn diyar kir ku, şehîd Karker Tolhildan bi rihê tolhildanê Hêzên Rizgariya Efrînê damezirand û çalakiyên bibandor li dijî dagirkeriyê li dar xist.
Fermandarê Hêzên Rizgariya Efrînê Zerdeşt Efrîn behsa jiyan û têkoşîna fermandar Karker Tolhildan kir û got, Şehîd Karker xwe bi felsefeya Rêberf APO perwerde kir û dema ku şoreşa Rojava dest pê kir, ji Amanosê berê xwe da qada şoreşê.
Beriya niha bi 2 salan her du hevserokên nivîsgeha Dad û Çaksazkirinê ya Rêveberiya Xweser Zeyneb Saroxan û Yelmaz Şero, di encama êrîşeke dewleta Tirk de gihaştin asta şehadetê.
Meclîsa Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Minbicê derbarê diyardeya xwekuştinê û sedemên wê de semînereke hişyarkirinê lidar xist
Heyva Sor a Kurd bi dirûşma" Em Bi hev re nexweşên penceşêr û talasîmyayê rizgar bikin" dest bi hemleya komkirina alîkariyan kir.
Konferansa duyemîn a Akademiya Jineolojiyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe” hat lidarxistin.
Konferansa duyemîn a Akademiya Jineolojiyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe” hat lidarxistin.
Beşa Paqijiyê ya şaredariya gel a bajarê Kobanê, ji bo sererastkirin û paqijkirina torên kanalîzasyonê li taxên curbicur ên bajarê Kobanê û ji bo amadekariyên zivistanê, dest bi xebatên xwe yên baqijkirinê kir.
Meclisa Ragihandin û Arşîva Giştî bi koordîneya Komîteya Perwerdeyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dewreyeke perwerdeyê ya girtî bi dawî kir.
Meclîsa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê îro li bajarê Helebê 2'emîn konferansa xwe li darxist.
Kongra Star bi armanca piştgirîkirina jinan, bi hêzkirina wan di her warî de, afirandina derfetên kar û şikandina qaliban, Klûba Star a teybet bi Jinan li bajarê Qamişlo vekir.
Endamên kongra star ên bajarê Dêrikê têkildarî pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdulah Ocalan gotin, ew ê bi têkoşîn û berxwedanan xwe pergala qirkirinê ya li îmraliyê bişkînin.
Li bajarê Qamişlo şanoya bi sernavê ʹYê ku nayêʹ ku behsa rewşên lawazbûna kesayetê, têkçûyînê û hêviyê, hat pêşandan.
Piştî 50 salî ji qutbûnê yekemîn care ku li herêma bakur û rojhilatê sûryayê birinc ji aliyê saziya cûdî ya çandiniyê ve li dêrikê ,tê çandin ..
siyasetmedar û Rûspiyên kantona Reqayê derbarê Nakokî û krîzên di nava sûriyê de diyar kirin ku pêwîtiya gelê sûriyê tevan bi yekîtî û dîyeloga Sûrî- Sûrî heye.
her wiha tekez kirin ku diyalog yekane riya çareseriya aloziya sûriyê ye.