NÛÇE
encamênNivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê di salvegera peymana Lozanê de, ji bo nirxandina bandor û encamên wê yên li ser Rojhilata Navîn, bi sernavê “Piştî lihevkirina Sykes-Picot” panelek li dar xist.
Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê şervanê HRE'yê şehîd Qehreman Bilbilê oxir kirin.
Koçbera bi navê Remziya Mihemed ya ji Efrîna dagirkirî ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih bûye, behsa êşa koçberiyê dike û bi dilekî şewat hêviya vegera li Efrînê dike.
Rêveberiya Xweser ji nû ve sîstema komînan sererast dike û di wê çarçoveyê de dê konferansên komînan li dar bixe.
Hevserokê meclisa cîbicîkar a kantona Cizîrê Hesen Şero û hevseroka desteya çandê ya heman kantonê Firyal Çolî behsa sîstema nû ya komînan dikin.
MSD`Ê GEŞEDANÊN DAWÎ Û ENCAMÊN PEYMANA SYKES-PICOT NÎQAŞ DIKE
BÊRÎVAN QASIM- NÛÇEGIHAN- AMÛDÊ
Desteya Jin a Rêveberiya Xweser îro bi hevkariya Navenda Perwerde û Vejandina Pîşeyî ya Jinan , sê dewreyên pîşeyî bi dawî kir.
Şaredariya Gel ya kantona Reqayê ji bo belavkrina çanda paqijiyê û başkirina rewşa xizmetê ya li bajêr karûxebatên xwe dewam dike.
Di bin diruşmeya "bi hêza jinê em ê siyaseta radîkal bişkînin û sûriyeke demokratîk ava bikin" Mala Êzîdiyan a bajarê Tirbesipiyê ji bo derbasbûna 11 salan li ser ferman û komkujiyên li ser xelkê êzîdî ên li şingalê panêlek lidarxist.
Partiyên siyasî yên kantona Firatê bi daxuyaniyekê Peymana Lozanê ya ku di 24ê Tîrmeha 1923an de hatibû îmzekirin şermezar kirin û banga betalkirina encamên Peymanê kirin.
Di çarçoveya bernameya vegera dilxwazî de, koma 13'mîn a malbatên koçber ji kampa Erîşa ya bajarê Hesekê ber bi deverên xwe yên li Dêrazorê ve çûn.
Şêniyên bajarê bajarê Kobanê derbarê banga "aştî û civaka demokratîk" ya rêber Abdullah Ocalan ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku ew ê ji bo pêkanîna vê bangê her dem di nava tekoşînê de bin.
24'ê Tîrmehê, salvegera 102'an a Peymana Lozanê ye, ya ku tê de Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de hate dabeşkirin.
Heyva Sor a Kurd ji bo destekdayina xelkên Swêdayê, kampanya alîkariyê dest pê kir û diyar kir ku wekî beşeke erkê xwe yê neteweyî û mirovî, ew alîkariya lezgîn digihîne kesên herî zêde hewcedar.
Hevserok û Endamên PYD'ê yên kantona firatê têkldarî rewşa siwêdayê û bûyerên ku rûdidin nirxandin kirin û diyar kirin ku, hikûmeta veguhêz a sûriyê pirrengiya li sûriyê qebûl nake û bi ziheniyeta daişê tevdigere.
her wiha bal kişandin li ser sekna jinên durzî û gotin, jinên durzî mîna şervanên YPJ'ê tevdigerin û ji bo parastina hebûna xwe li ber xwe didin.
hêzên dij madeyên hişbirê bi hevkariya Rêxistina Şawîşka ji bo rê li ber belavbûna Hişbirê bigre, semînerke li bajarê Qamişlo li dar xist.
Ofîsa ampêran ya Şaredariya Gel a kantona Reqayê, bi hevkariya xwediyên jeneratoran, biryara zêdekirina demjimêrên xebitîna jeneratorên bajêr da.
Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jin a bajarê Kobanê îro bi dirûşma"mêtingeriya zayendî sûc e.. tevlî veşartina wê Ne bin" hemleya belavkirina biroşoran li dar xist.
Her wiha Hisên Welo da zanîn ku, çekşewitandina gerîlayan nîşaneya niyeta pak a Tevgera Azadiyê dide.
SÛC Û KIRYARÊN KOMÊN ÇEKDAR LI DIJÎ SWÊDAYÊ DEWAM DIKIN
TARIQ HEMO- LÊKOLÎNER DI NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN DE- ALMANYA
Meclisa Gelan a Demokratîk a bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya asayî ya 115’an de Qanûna kevin a Veberhênanê betal kir û qanûna nû erê kir.