NÛÇE
serok eşîr û rûspiyên qamişlo ji bo dûrketina ji xîtaba kîn û nefretê, bi pêkhateyên ereb re civiyan.
Malbenda Heleb a Rewşenbîrî korbenda banga aşîtî û civaka demokratîk li helebê li dar xist.
Platforma Çalakiyên Hevbeş ya tevger û rêxistinên Jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê kampaniya xwe ya piştgiriya jinên siwêdayê destpêkir.
Li gorî daxuyaniya platformê dê kampaniya heta 5'ê tebaxê dewam bike û di nava kampaniyê de dê kar û xebatên jinên herêmê ji bo piştgiriya jinên siwêdayê dewam bike.
Ofîsa Têkiliyan ya Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD'ê bi hemahengiya partiyên siyasî civînek ji bo nîqaşkirina geşedanên dawî li Reqayê li dar xist.
Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê komeke din a penaberên di kampa Holê de ber bi cih û warê wan ve şandin.
Meclisa Tendirustiyê ya kantona Reqayê dest bi pêngaveke paqijiyê li derdora nexweşxaneya Wetenî kir.
PLATFORMA ÇALAKIYÊN HEVBEŞ BO PIŞTEVANIYA JINÊN SIWÊDA KAMPANYEKÊ RADIGIHÎNE
BÊRÎVAN QASIM- NÛÇEGIHAN- QAMIŞLO
Yekîtiya jinên Êzîdî ya Rojava ji bo bîranîna Şehîdên fermana 74'an civînek li bajarê Hesekê li dar xist.
Di demên derbasûbyî de li gelek bajarên kantona Cizîrê, avêtina guleyên bêserûber bûye diyardeyekê û di encamê de hejmarek ji sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Berdevka Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan a bajarê Helebê Emel Ismaîl diyar kir ku kuştin û tundiya li dijî jinan, li dijî pîvanên exlaq û mirovahiyê ye.
Emel Ismaîl bang li hemû rêxistinên mirovî, navnetewî û yên jinan kir, ku li dijî van kirinan bê deng nemînin.
Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê û rûmetê çerxerêya "Şehîdên Şoreşê" li taxa Eşrefiye vekir.
Rêveberiya Nexaşxweneya bajarê Kobanê di çarçoveya planên xwe yên tenduristiyê de sê beşên nû di nexweşxaneyê de çalakkirin kir.
Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a kantona Reqayê îro ji bo nîqaşkirina rewşa jinan li Sûriyê, panelek li dar xist.
Koçberên Efrîna dagirkirî yên ku niha li bajarê Qamişlo dimînin ji Rojava Tv te behsa êş û azarên xwe yên ji ber koçberiyê kirin.
Koçber dibêjin, ji roja koçberiyê de ew di nava germ û sermayê de dijîn, her wiha hêviya wan ew e ku di zûtirîn dem de vegerin Efrînê.
welatiyên bajarê Qamişlo bang Rêber Abdullah Ocalan bi dilgermî pêşwazî kirin û gava ku PKK'ê avêtiye, bi gava gihêştina civaka demokratîk bi nav kirin.
Yekîtiya jinên Ciwan a Kantona Reqayê merasîmeke bîranînê ji bo şehîd Pêşeng Birusk, Sara Hogir û Vejîn Jiyan li dar xist.
Li avahiya zanîngeha Kobanê belgeya akademîk ya fakulteya zanistên bijîşkî ya teknîkî bi komxebatekê hate nîqaşkirin.
Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê navendeke tenduristiyê ji bo dermankirina zarokên nexweş ên bi kêmxureka dijwar ketine, vekir.
Rêvebera Taxa Şehîd Cengîz ya Şêxmeqsûd a Helebê Elîfa Hesen derbarê Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo de axivî û got, divê dewleta Tirk jî gavan biavêje.
Endamê Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser "Hikmet Hebîb" Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê, berpirsyarê gurbûna krîza li welêt destnîşan kir.