NÛÇE
Şaredariya Gel a bajarokê Sifeya, bi hevkariya Şaredariya Gel a Hesekê, Gerînendeya Paqijiyê û Rêveberiya Avê, xebatên çeksazkirina torên avrêjiyê yên gundê Xirbêt Ilyas didomîne.
Ji bo peydakirina avê li bajarê Kobanê, Gerînendeya Avê ya bajêr dest bi avakirina hawizek avê kir.
Partiya Yekîtiya Demokratîk û Kongreya Îslama Demokratîk der barê siberoja Sûriyeyê li bajarê Reqayê komxebatek li dar xistin.
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hîna jî dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didomîne.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê, paneleke diyalogê di bin dirûşmeya "Şeş Sal ji Koçberiya Bi darê Zorê û Vegera Ewle Mafê Me yê Rewa ye" li bajarê Hesekê li dar xist.
Jinên bajarê Qamişlo Komploya li dijî Rêber Apo şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê her tim ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têbikoşin.
Rêveberiya Giştî ya Trafîkê diyar kir ku ji destpêka îsal (2025) ve 3 hezar û 543 qezayên trafîkê çêbûne, di encamê de 183 kes mirine û hezar û 879 kes jî birîndar bûne. Her wiha destnîşan kir ku 568 hezar û 92 binpêkirin hatine tomarkirin.
li hemberî biryara Hikûmeta Veguhêz a paşguhkirina cejnên neteweyî bi taybetî cejnên Akîto û Newrozê di lîsteya cejnên fermî a sûriyê de, şêniyên bajarê Qamişlo bi şahiyekê li çerxereya Zorê agirê newrozê pêxistin.
Şêniyên bajarê kobanê ji bo şermezarkirina êrîşên çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi erebeyan derketin qadan.
Meclisa bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê Konferansa 1'emîn a Komînan bi dirûşma "Komîn bingeha avakirina Aştî û Civaka Demokratîk e" li hola Serdem li dar xist.
Şêniyên Bajarê Qamişlo tekezî li ser piştgiriya xwe ji bo şervanên QSD'ê kirin û gotin em ê li pişta şervanên xwe bin.
Akademiya Sosyolojiyê ya Rêber Abdullah Ocalan, bi hevkariya Akademiya Civaka Demokratîk, semînerek diyalogê bi navê "Bi nêrîna ramanwer Abdullah Ocalan, em rûresmên aştiyê neqş dikin" li dar xist
Kongra Star a Qamişloyê ji bo nîqaşkirina komploya navnetewî ya li dijî rêber Apo komxebatek li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê, kampanyayeke bi navê "Kom Bibe" ji bo Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk ragihand.
Meclisa Cîbicîkar a kantona Reqayê bi daxuyaniyekê êrîşên çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kir.
Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk ên kantona Reqayê êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û tekez kirin ku ev kiryar xizmeta aliyên ku dixwazin ewlehiya welat têk bidin, dike.
Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo bi hemû pêkhateyên xwe ji bo şermezarkirina êrîşên çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daketin qadan.
Ji bo şermezarkirina êrîşên hêzên Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û piştgiriya gelê herdu taxan, li seranserî herêmê çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.
Bi hezaran ji şêniyên bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û şermezarkirina êrîşên hikumeta veguhêz, duh di seatên êvarî de daketin qadan.
Duh hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hemû rê dorpêç kirin, bi çekan êriş kirin û hewl dan bikevin her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, lê hêzên ewlekariyê bersiv da û êrîş têk birin.