NÛÇE
Bi boneya salvegera 6'mîn a şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, li bajarê Reqayê "Festîvala Aştiyê ya Hevrîn" hate lidarxistin.
6'emîn Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Bawer Agir di roja duyemîn de li bajarê Kobanê didome.
Saziyên civaka sivîl ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derbarê rewşa her du taxan de daxuyaniyek dan.
Pêkhateyên bajarê Hesekê wekî nîşandana bertekê li hemberî paşguhkirina cejnên neteweyî yên wan, agirê Newrozê li qada Aştiyê ya bajarê Hesekê dadan.
bi dirûşma "Bi hêvî û baweriya şehîdan, aştî û civaka demokratîk, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike" Festîvala 6'emîn ya Şehîd Bawer Agir a Çand, Huner û Werzîşê li bajarê Kobanê dest pê kir.
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, cenazeyên şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nûrî Hemokan û Çîçek Efrîn ên ku di êrîşên hikumeta veguhêz a sûriyê ya li ser herdû taxan de şehîd bûn, bi merasîmek bi heybet oxirkirin û şehîdê HPG'ê Mezlûm Şêrewa bi bîr anîn.
Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bendên kontrolê yên nû danîne û welatiyan direvînin.
Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê komên axê yên 3 rêyên ketin û derketina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê rakirin û rê dan ku erebe derbasî herdu taxan binin.
Koçberên bajarê Girê Sipî yê dagirkirî bi derbasbûna 6 salan ji rêwîtiya koçberiyê di kampan de axivîn û behsa rêwîtiya wan a 6 salan di kampan de kirin.
في الذكرى السنوية الـسابعة والعَشرين للمَؤامرةِ الدولية التي استَهدفت القائد عبد الله أوجلان، خَرجَ أهالي مقاطعتي الطبقة والرقة ومَهجّرو عفرين والشهباء في مظاهرتينِ جَماهيريتينِ حاشَدتين، تَندَيداً بالمؤامرة.
Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Firatê, ji bo radestkirina tovê genim bo cotkaran bi awayekî fermî, dest bi dayîna rûxsetên çandiniyê kir.
Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, derbarê 6'emîn salvegera êrîşa artêşa Tirk a dagirker li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî daxuyaniyek da û banga vegereke bi ewle ji koçberan kir.
Bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi meşeke girseyî Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê şermezar kirin.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî derbarê komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan nirxandin kirin û ev komplo şermezar kirin.
Endamên Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê ji Rojava TV re axivîn û komploya 9'ê Cotmeha sala 1998'an a li dijî rêber APO şermezar kirin.
Şêniyên kantonên Tebqa û Reqayê û koçberên Efrîn û Şehbayê bi 2 xwepêşandanan Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.
Di salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de li bajarên Qamişlo, Hesekê û Amûdê yên kantona Cizîrê meşên girêseyî hatin lidarxistin. Di meşan de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" berz bûn.
Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku niha li kampa Newroz dimînin derbarî salvegera 6'emîn a dagirkirina bajarê xwe û êşa koçberiyê de, axivîn.
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmesûd û Eşrefiyê Dunya Bekir derbarê girtina rêyan û dorpêça li ser herdû taxan axivî.
REWŞA HERÎ DAWIYÊ YA TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ ÇAWA YE?
SOZDAR RIZGAR - ROJNAMEVAN - ŞÊXMEQSÛD