NÛÇE
Rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyeyê Ronahî Amanos di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de li Hesekê û Dêrazorê hate bibîranîn.
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM bi nêzhatina roja cîhanî a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li helebê perwerdeyek ji mêran re vekir.
Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê; ji bo guhdarîkirin û şopandina xebatên komînan serdana komînên bajarê Qamişlo kir.
Çalakiyên Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava di roja 3'yemîn de bi pêşandana fîlm, kurtefîlm, panel û çîrokên kurt û dirêj didome.
Bi sedan ciwanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî li dar xistin.
Şêniyên bajarê Qamişlo derbarê pêvajoya aştiyê de axivîn û gotin, piştî ku tevgera azadiyê erkên xwe pêk anîn, niha gog li medyana Tirkiyê ye.
Her wiha piştrast kirin, divê Rêber APO were azadkirin.
Di bin Dirûşmeya " Çîrokên Hevpar, Sînemeya Azad e" Çalakiyên Mîhrîcana Fîlman a Navnetweyî ya Rojava ya 5ˊemîn li bajarê Qamişlo dest pê kir.
Yekîtiya werzîşê ya bajarê Hesekê ji berî mehekê ve dest bi Karê lênêrîn û restorasyonê ya stadyoma werzîşê kiriye.
Tîma Zarokên Nexweşên Şekir, bi hevkariya rêxistineke mirovî û di bin çavdêriya Yekîtiya Dermansazan a kantona Reqayê de, bi boneya roja nexweşiya Şekir a cîhanî, ji bo zarokên bi nexweşiya şekir şahiyê li dar xist.
Daxuyaniya Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê ya ji bo niyeta xwe ya tevlîkirina zimanê Tirkî di bernameyên zanîngehê de, wekî beşek ji peymana hevkariya bi dewleta Tirk re, rastî nerazîbûnên berfireh hat.
Bi boneya salvegera 65’an a Komkujiya Sînemaya Amûdê, Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî ya bajarê Amûdê çalakiya bîranînê li dar xist.
Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, li tax Benî Zêd ya bi ser Taxa Eşrefiyê ve, kampanyayeke paqijyê dest pêk kir.
Yekîtîya Şaredariyan a Kantona Reqayê, civîna xwe ya salane li dar xist û plana xebatên xwe ya 2026'an destnîşan kir.
Ji bo nirxandina xebatên îsal hatine temamkirin û eşkerekirina plana xebatê ya sala bê, Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo civîna xwe ya salê li dar xist.
Tevgera hebûn bi hemahengiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo re ji 2'ê mijadrê ve dest bi kampaniyeke paqijiyê di nav taxên Qamişloyê de kiriye.
Endama Mala Jin a taxên Şêxmeqsûd û Eşerfiyê ya girêdayî bajarê Helebê Zeyneb Xelîl derbarê roja cîhanî ya Tundiya li dijî jinan de axivî.
Ev heyama sê rojane, Navenda Tirafîkê ya bajarê Qamişlo, kar û xebatên xwe li nava bajaran zêde kiriye, û bendên tirafîkê yên demkî li nava bajêr danîne.
Daîreya Avê li Reqayê sê projeyên mezin ku di nav planên wan ên vê salê de bûn, li taxa bakurê sikê dan destpê kirin.
Pileya ava Bendava Firatê, her ku diçe kêmtir dibe û ev yek metirsiyeke mezin li ser jiyana li herêmê çêdike.
Di bin dirûşmeya "Bi yekîtî û rêxistinê em mafên kedkaran diparêzin" Yekîtiya Kedkaran konferansa xwe ya duyemîn li bajarê Hesekê li dar xist.