NÛÇE
Di bin dirûşmeya "gavek ber bi aştiyê ve" Meclisa Werzîşê û Desteya Ciwan û Werzîşê, bi hemahengiya Rêxistina Kalîte, Lêkolîn û Geşepêdanê, çalakiyek maratonê ya giştî li Reqayê li dar xistin.
Tevî zor û zehmetiyan ji ber nebûna baranê, cotkarên herêma Cizîrê amadekariya çandina tovan dikin û hêvî dikin ku hilberîn ji salên çûyî baştir be.
Bi boneya 25'ê mijdarê Endamên Têkilî û Rêkeftarên Siyasî Kongra Star axivîn û diyar kirin ku li ser asta cîhanê roja 25'ê mijdarê bû sembola têkoşîna jinê.
Bozan Berk Elhamza Ji Gundê Piling Li Kobanê
Meclisa cîbicîkar ya kantona Tebqayê îro, konferansa yekemîn ya komînan li dar xist.
Şêniyên taxên şêxmeqsûd û Eşrefiyê merasîmeke xiyabî ji bo şehîdên azadiyê li dar xistin.
Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê li bajarê Reqayê, der barê rola partiyên siyasî di pêvajoya veguhêz de panelek li dar xist.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Reqayê di bin dirûşmeya "Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komunal ava bikin" komxebatek li dar xist.
Bi hatina werza zivistanê re, welatiyên Hesekê ji bo germkirinê sobeyan dikirin.
Mêrên kantonên Cizîr, Firat û Helebê ji bo şermezarkirina tundiya li dijî jinan daxuyaniyên cuda dan.
Jinên Elewî yên koçberî bajarê Qamişlo bûne, xemgîniya xwe ya kûr ji ber bûyerên xwînî yên li bajarê Humsê li dijî malbetên wan diqewimin, anîn ziman.
Jinên ji bajarê Kobanê derbarê 25'ê Mijdarê roja navnetewî ya tekoîna li dij tundiya li ser jinan de axivîn û diyarkirin ku ji serdema bavkisalarî û heta îroj tundî li ser jinê tê meşandin.
Heyva Sor a Kurd ji bo piştgiriya gelê Siwêdayê konferanseke rojnamevaniyê li bajarê Qamişlo li dar xist.
Meclîsa Eşîr û rûspiyên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd, Eşîreya El-begara û Benî Zêd li hev anîn.
Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, ji bo jinavbirina tundiyê broşor li bajarê Kobanê belav kirin.
Li bajarên Qamişlo û Dirbêsiyê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, çalakiyên cûda hatin lidarxistin.
Endamê Fermandariya Giştî ya QSD'ê, Sîpan Hemo di civîna berfireha ya taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê de diyar kir ku ew pabendî peymana 10'ê Adarê ne û hewldanên wan ên ji bo gihîştina çareseriyek siyasî berdewam dikin.
Bi dirûşma "Zanîn Hunera Azadiyê ye" Zanîngeha Rojava ji bo derçûna 211 xwendekarên beşên cuda yên zanîngehê, merasîma derçûnê li dar xist.
Festîvala Awazên Payîzê ya 4'emîn ya ku ji aliyê Koma Yekpar ve tê lidarxistin, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamişlo di roja xwe ya 2'emîn de didome.
Di bin sirûşmeya "Bi hev re ji bo bidawîkirina şidetê, em civakek demokratîk a komunal ava bikin" Partiya Kesk a Demokrat ji bo 25'ê mijdarê komxebatek li Hesekê li dar xist.