NÛÇE
Ji ber êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê zerar li mal û dikanên şêniyan bûn.
Kamîreya Rojava TV kêliyên destpêkê yên birîndariya welatiyan ji ber topbarana bêserûber a hêzên hikûmeta veguhêz Sûriyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê belge kirin û rewşa li wir rûdaye bi dîmen kir.
Endamên ofîsa Jinan a TEV DEM'ê û şêniyên bajarê Hesekê jî ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî herdu taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyaniyên cûda dan.
Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê projeyeke çandina daran bi navê "Daristana Şehîd Ehmed El Mihemed" da destpêkirin. Li daristanê dê hezar dar bên çandin.
Meclisa jin a Olî bi hevkariya Rêxistina Sara ji bo nîqaşkirina mafê jinan di Ola Islamê de û nîşandina berxwedaniya wê ji civakê re, panelek li Helebê li darxist.
Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kantona Firatê civîna xwe ya salane li Hola Şehîd Hecî ya Meclisa Cibcîkar li kobanê li dar xist.
Desteya KarûBarê Civakî û Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe a salane li Reqayê li dar xist.
Hevserokê mala Êzîdiyan a Helebê Menaf Cafer derbarê cejna Êzîdiyan de axivî.
Menaf Caifer diyar kir ku ev cejin pênaseya li hevkirin û hevgirtina gel e, û weke rojeke nû ye ji hemû civaka Êzîdî re ye.
Endam û Rêveberên kantona Cizîrê derbarê salvegera yekemîn a berxwedana Bendava Tişrînê ji ji Rojava Tv re nirxandin kirin.
PÊŞANGEHEKE ŞÊWEKARÊN CIZÎRÊ HAT VEKIRIN
FIRYAL ÇOLÎ - HEVSEROKA DESTEYA ÇANDÊ - CIZÎR
Bi dirûşma "Hunera Şêwekariyê piran di navbera gelan de ava dike" Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê pêşangeheke şêwekariyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê vekir.
Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11'emîn li Navenda HRRK'ê ya bajarê Qamişloyê di roja xwe ya 2'emîn de birêve diçe.
Bi beşdariya hejmarek ji parêzer û dadwerên, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, hiqûqnas û pisporên dadmendiyê, Meclisa Edaleta Jin a kantonên Reqa û Tebqayê, civîna xwe ya salane li dar xist.
Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê îro li ser daxwaza civaka Mewsewî ya Cihûyan dest bi paqijkirina goristanên Cihûyan ên li başûrê Şêxmeqsûd kir.
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD'ê ji bo nîqaşkirina rêveçûnên siberoja Sûriyeyê û misogeriya temsîlkirina adilane ya tevahî pêkhateyan paneleke diyalogê li Helebê organîze kir.
Jinên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bilindbûna rêjeya binpêkirinên li dijî jinan şermezarkirin û bang li aliyên peywendîdar kirin ku bendek li pêş van kiryaran were danîn:
Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Reqayê, bi rêya Nivîsgeha Avdana Çandinî, bi armanca baştirkirina karîgeriya avdanê û misogerkirina herikîna domdar a avê bo erdên çandiniyê, li ser Kanala Belîxê, dest bi çend xebatên çakasaziyê kiriye.
Kobanê Mol ku yek ji projeyên herî mezin ên li ser asta kantona Firatê ye. Komîteya Bazara Civakî ya Girêdayî Meclîsa Aborî mola bi navê "Kobanê Mol" ji bo gel vekir.
Bi hezaran şêniyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs ên kantona Cizîrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.
Rêxistina Kongra Star a Helebê di bin diruşma "Bi rihê jina rêxistinkirî û komînal em ê xwe azad bikin" civîna xwe ya salane li dar xist.