NÛÇE
Di bin sernavê "Rengên Azad" de, komek şêwekarên kantona Reqayê pêşangehek hunerên bedew li Qehwexaneya El-Feradîs li dar xistin.
Ji bo nirxandina xebata xwe ya sala 2025'an û aşkerekirina plansaziya sala bê, Meclisa Cibcîkar a Kantona Reqayê, civîna xwe ya salane li dar xist.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji ber dorpêça hêzên hikumeta veguhêz a li ser herdu taxan û kêmbûna mazotê rastî zehmetiyan tên.
Atmosfêra Barîna Berfê Û Liv Û Tevgera Şêniyan Li Qamişloyê
Aras Cuma - Nûçegihan - Qamişlo
#Berf #Qamişlo
Rêxistina Stêrk a Zarokan bi daxuyaniyekê kuştina zarokê efrînî yê 5 salî şermezar kir.
ji şahidên berxwedana Bendava Tişrînê ku bi gotina xwe " em ji mirinê mezintirin" welatiya bi navê Edlê Bekir berxwedana bendava Tişrînê vegot.
Bi hatina ser sala Mîladê şêniyên bajarê Qamişlo kolanên xwe bi darên Noelê û xemlandinên ser salê dixemilînin.
Hevserokê Ofîsa Peywendiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD'ê Mihemed Emîn ji Rojava Tv re rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê nirxand..
Tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengê Spî hatiye xemlandin, barîna berfê kêfxwşiyek di nava dilê welatiyan de çê kiriye.
Kamîreya Rojava Tv li nava rê û kolanên herêmê geriyaye û hin dîmen girtine. Ka em bi hevre lê tamaşe bikin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê bi boneya sersalê, şahiyek ji malbatên şehîdan û zarokên wan re li hola goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar xist.
Di bin dirûşmeya huner, peyamelî mirov û exlaqî ye, yekîtiya hunermendên kantona Firatê konferansa xwe ya 2'emîn li dar xist.
Koordînasiyona Jin a Kantona Firatê bi armanca nîqaşkirina kar û xebatên xwe, civîna xwe ya salane li dar xist.
Siyasetmedarê Kurd Dr. Omer Şêxmûs serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Li aliyekî din D.r Ebdulkerîm Umer da xuyakirin ku bi dawîbûna salê di nava rageşiya ku li Sûriyê diqewime û belavbûna xîtaba Kîn û nefretê pêwîstî bi avîtina hin gavan di warê pêkanîna peymana 10'ê Adarê de heye.
Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Şamê D.r Ebdulkerîm Umer ji ROJAVA TV re da xuyakirin ku ji 10'ê Adarê û heta niha tu lihevkirineke cidî di warê pêkanîna peymana 10'ê Adarê de çênebûye.
Tevgera Hîlala Zêrîn li Reqayê ji bo xwendekarên Koma Tutul û Koma Hunerên Bedew çalakiyek çandî li dar xistin.
Yekitiya Bijîşkên Diranan li Hesekê kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist û mecliseke nû bo rêveberiya yekitiyê hilbijart.
Yekîneyên dijî madeyên hişbir ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di operasyoneke li dijî bazirganên madeyên hişbir de, li gel 283 hezar hebên kaptagonê, 4 bazirgan girtin.
Rewşa Dawî Ya Taxên Şêx Meqsûd Û Eşrefiyê
Nûrî Şêxo - Hevseroka Meclisa Giştî Ya Taxên Şêx Meqsûd Û Eşrefiyê -
Heleb
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Partiya Yekitiya Ermenî bi daxuyaniyên cûda, kiryarên ku li dijî Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, her wiha teqîna ku li dijî Mizgefta Elî bin Ebî Talib a Elewiyan a li Humsê şermezar kirin.