NÛÇE
RÊVEBERIYA XWESER MAFÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ
DAYIKÊ MISOGER KIRIYE
hevserokê
encumena zagonsaz ya herêma cizîrê Hikmet Hebîb derbarê daxuyaniyên vê dawiyê
yên li ser beşdarbûna rêveberiya xweser di proseya siyasî û destûra sûriyê de
got ku ew bi nerîneke erênî li vê yekê dinêrin û destnîşan kir ku ew bi
beşdarbûna cidî ya hemû sûriyan re ne
Herwiha
tekez kir ku ew bi her çareseriyekê ji
bo bidawîanîna kirêza sûriyê re ne.
XWENDEKARÊN
AMÛDÊ ROJA CÎHANÎ YA ZIMANÊ DAYIKÊ PÎROZ DIKIN
Sibe 21 Sibatê roja cîhanî ya
zimanê dayikê ye, li seranserî dunyayê ev roj tê pîrozkirin..
Kurdên Rojavayê Kurdistanê heta
sala 2011 nikarîbûn wê rojê pîroz bikin, lê ji destpêkirina şoreşa 19 Tîrmehê
heta niha ew roj bi coş tê pîrozkirin..
Zimanê Kurdî bi sedê salan rastî
hewildanên windakirinê hatiye, lê Kurdan bi hemû zor û zehmetiyan, bi rêya
helbest û strana karîbûn parastina zimanê xwe bikin..
LI ROJHILATÊ BAJARÊ KOBANÊ
DARISTANA ŞEHÎD RUSTEM TÊ ÇÊKIRIN
Ev sê roj in Rêveberiya jîngehê ya
herêma Feratê li gundê Şêx Coban ê rojhilatê Kobanê dest bi çandina 3 hezar û
500 darî kiriye
Çandiniya daran ji aliyê malbatên
şehîdan û akademeiya şehîd Emgihan a ser bi saziya malbatên şehîdan ve pêk tê
plan heye ku li gelek gundên din jî
yên Kobanê dar bên çandin.
Yekîneyên
Parastina Civakê "Hêzên Parastina cewherî" li Hesekê civîneke
berfereh ji bo nirxandina rola endamên xwe di parastina rewa de di çarçoveya
bûyerên vê dawiyê yên li taxa xiwêran û êrîşa DAIŞê li ser zindana Sînaa,
civînek berfireh li dar xist.
Êzidiyên Efrînê
Yekîtiya Êzîdiyan A Herêma Efrînê Bi Boneya Cejina
Xidir Ilyes, Şahiyek Li Kantona Şehbayê Lidarxist.
Şahî Di Bin Dirûşma "Di Cejina Bêxwîn De Hêviyên
Me Azadî, Civaka Demokratîk Veger E" De Li Hola Mîtan A Navçeya Ehdas A
Şehbayê Hate Lidarxistin.
Di Şahiyê De Pêkhateyên Herêmêm Beşdar Bûn.Her Wiha
Cejina Xidir Ilyes Hate Şîrovekirin Û Stran Hatin Gotin.
Êzîdiyên Efrînê Cejina Xidir Ilyes Li Gelê Êzdî Û
Tevahî Gelê Kurd Pîroz Kirin Û Hêvî Kirin Ku Ev Cejin Cejina Vegera Herêmên
Dagirkirî Ve.
Li Şehbayê Desteya
Perwerede Û Fêrkirinê Ya Herêma Efrînê Bi Daxuyaniyekê Êrîşên Dewleta Tirk Ên
Li Ser Navçeya Til Rifetê Şermezar Kirin .
Di Daxuyaniyê Hate
Gotin Ku Êrîşên Dagirkeran Dibin Sedema Girtina Dibistana , Û Xwendekar Ji
Xwendina Xwe Qut Bibin.
Desteya Perwerede Û
Fêrkirinê Ya Herêma Efrînê Di Daxuyaniya Xwe De Bêdengiya Civaka Navdewletî Û
Rêxistinên Mafê Mirovan Li Hember Êrîşên Dewleta Tirk Şermezar Kirin .
Cîgirê Hevserokatiya Encumena Efrînê Mihemed Ebdo Derbarê
Êrîşên Dewleta Tirk A Dagirker Û Çeteyên Wê Li Ser Navçeya Til Rifatê Ku Di
Encama Wê De 6 Kes Birînbdar Bûn Û Gelek Zirarên Madî Çêbûn, Nirxandin Kir Û Ev
Êrîşên Ku Bi Taybet Li Ser Zarokan Pêk Tên, Şermezar Kir.
Ciwanên Şoreşger Ên Bajarê Reqayê Daketin Qadan Û Komploya
15’ê Sibatê Ya Li Dijî Rêber Abdullah Ocalan Şermezar Kirin.
oçberên Efrînê yên ku ji warên xwe koçber bûne û li kampa
serdem ya kantona Şehbayê dimînin êrîşên dewleta tirk yên li ser Til Rifatê
şermezar kirin û gotin ku tu car vîna wan naşke û dê herdem li ber xwe bidin..
Şevê din, Artêşa Tirk a dagirker û
çeteyên wê gundên Şealê û Şêx Îsa yên kantona Şehbayê topbaran kirin.
Dayika Efrînê Binefş ku
di encama êrîşên dewleta tirk a dagriker de 3ê zarokên wê şehîd bûne û 1 jî
ixtîlaca mejî pêre cêbûye dibêje ku dewleta tirk bê ser û ber di êrîşa li ser
Efrînê de gundê tijî sivîl dikir armanc..
Konferansa 3 yemîn ya Hêzên
ewlekariya hundirîn ya bakur û rojhilatê sûriyê bi dawî bû..
Li seranserî Bakur û Rojhilatê
Sûriyê ji bo şermezarkirina Komploya 15`ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah
Ocalan, hemû dikan hatin girtin.
li şehbayê Encumena kantona efrînê
derbarê komploya navnetewyî ya li dijî rêber ocalan, civînek li darxist , tê de
behsa armanc û pilanên komployê kirin .
Di 15 sibata sala 1999`an de bi
destê hêzên cîhanî û herêmî li dijî rêber Abdullah Ocalan komployeke
navneteweyî pêk hat û rêber ocalan dîl hate girtin.
Welatiyên navçeya Til Berek ya Kantona
Hesekê jî bi meşeke girseyî komploya 15’ê sibatê protesto kirin.
Welatiyên navçeya Til Temirê jî
daketin qadan û komploya 15’ê sibatê şermezar kirin.
Bi sed hezaran şêniyên Bakur û
Rojhilatê Sûriyê ji bo şeremezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber
Abdullah Ocalan daketin qadan.