NÛÇE
Bi Boneya 4’ê Nîsanê Li Şehbayê Şahiya Pîrozbahiyê Hat Lidarxistin
أخبار سياسية واقتصادية واجتماعية وعالمية
Nûçe Ya Saet Du 4\4\2022
Hena: Dagirkeran Êrîşên Xwe Li Ser Herêmê Zêde Kirine
Desteya perwerde û fêrkirinê ya kantona Şehbayê bi boneya 4’ê nîsanê roja jidayîkbûna
Rêber Ocalan, pêşbirkek zanistî ji xwendekaran re lidarxist.
Bi heman boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan
Yekîtiya Jinên Ciwan ya Efrînê li gundê Til Sosin li baxçeyê Rêber Ocalan dar
çandin.
Her Bi boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li
Reqayê Ciwanên Şoreşger Semîner û Sînifizyonek derbarê Jiyana Rêber li dar xist
partî û rêxistinên jinan ên kurd, ereb û suryan ên Bakur û Rojhilatê
Sûriyê têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan daxuyanî dan.
Bi hezaran şêneyên kantona efrîn û şehba bi amadebûna
hin saziyên rêveberiya xweser li kantona efrînê 3 şehîd bi merasîmekê
oxirkirin.
Rêveberiya Xweseriya a Herêma
Firatê li Eyn Îsa bi beşdariya bi dehan şênîder barê girîngiya xweparastina
civakê de semînerek li dar xist.
Bavê şehîd Egîd Xelîl têkildarî şehadeta kurê
xwe di hemleya Gurzê Gelan a li dijî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî zindana
Sînaa ya bajarê Hesekê de destnîşan kir ku bi kurê xwe serbilind
e
Endamên partî û rêxistinên siyasî
êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê bi tundî şermezar kirin û
gotin ku dewleta tir bi êrîşan zagonên navdewletî binpêdike.
Li bajarê Qamşlo bi
tevlîbûna Pêkhateyên Herêmê şahiyek bi boneya Cejnên Buharê wekî Newroz, Ekîto
û Çarşema Sor şahî hate lidarxistin.
Li reqa jî mîna tevahî herêmêan
xelk amadekariyên meha rojiyê dikin û qerebalixek zêde li nava bazaran hery
Lêkolînerên û mamosteyên
dîrokê di saziya Biranşan (menahic) ya rêveberiya xweser cejna Ekîto li hemû
gelê Suryan, Aşûr û Kildanan pîroz kirin..
Li Bakur Û Rojhilatê Sûriyê gelên
Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Kildan û hemû pêhateyên din bi hevre jiyaneke hevbeş
li ser bingeha biratiya gelan dijîn.
Mitranê Ebreşiya Cizîr û Firatê ya
Suryanên Erthodoks Birêz Mar morîs Emsîh cejna Ekîto li gelê Kildanî, Aşûrî,
Suryanî pîroz kir.
"Îro Qazî Mihemedek tê
darvekirin lê, bawerbin ku wê sibe bihezaran Qazî Mihemed li Kurdistanê rabin
ser piyan",,,,Ev gotinên Rêberê Komara Kurdistanê a li Mahabadê Qazî
Mihemede ku li dijî zîhniyeta dagirker anîbûn ziman..
Desteya rûsipiyan a bakur û
rojhelatê sûriyê Li bajarê hesekê Bi nêzîkbûna rojbûna rêber Abdullah Ocalan bi
rêya panelekê fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi êl û rûspiyên Bakur û
Rojhilatê Sûriyê hatin nasandin..
Li Baxçê Xwendinê Semînerek Li Ser Jiyana Salihê
Heydo Hate Dayîn