NÛÇE
Derbarê Operasyona Mirovî û Ewlehî û xeteriya Kampa Holê Fermandara Kordîneya
Operasyonê û Fermandara YPJ ya herêma Cizîrê Dilbirîn Kobanî her weha got “ me 2
jinên Êzidî ji DAIŞ’ê xelas kirin, ew jî gelekî kêfxweş in.”
Qonaxa duyemîn a operasyona mirovî û ewlehiyê li kampa Holê bi hemû hêza
xwe berdewam dike.
Kompanya
pêşxistina civaka çandiniyê ya Reqayê, ji bo zuhakirina garisê cotkaran, dest
bi sererastkirina navenda wê dikin.
Partiya
Sûriya Pêşerojê di bin dirûşmeya bi vîna jina azad, em ê Sûriyeke azad ava
bikin, civîna xwe ya berfireh li bajarê Minbicê li dar xist.
Komîteya Aboriya Jin di Kombûna Jinên Zenûbiya ya
bajarê Reqayê de ji bo peydakirina derfetên Kar ji jinan re, firneya bi navê El
Afiya û El Ewafî vekir..
Bi armanca xurtkirina
sektora aborî û kêmkirina barê li ser milê ajalvanan, kargeha Firat a Reqayê di
berhemanîna êmê ji bo sewalan de berdewam e.
Li Zanîngeha El-Şerq a li bajarê
Reqayê jî xebatên tomarkirina navên xwendekaran dewam dikin.
Di çarçoveya xebatên
xizmetê yên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê de li gundewarên Kobanê xebatên
ronîkirin û kişandina torên elektrîkê têne kirin.
Rêveberiya
Giştî ya Dibistanên kantona Hesekê Zehra El-Elî sala xwendinê
ya nû li hemû xwendekar û mamosteyan pîroz kir û got ku xwendekar
bi coşeke mezin sala nû ya xwendinê pêşwazî dikin.
Bi sedan xwendekarên herêma
Cizîrê, berê xwe didin avahiya zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo û navên
xwe tomar dikin.
Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Beylan Lêlûnî ku 10`ê Îlonê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, oxir kirin.
keça Êzidî Wefa Elî Ebas ku di qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de ji aliyê yekîneyên parstina jin YPJ ve hatibû rizgar kirin . doh li Xanesorê ji aliyê Tevgra Azadiya Jinên Êzidî ve rasdestî malbata wê hate kirin.
Heverokê
desteya karûbarê civakî ya rêveberiya xweser şêxmûs ehmed destnîşan kir ku
dewleta tirk li efrînê guhetineke demografîk pêktîne û bi vê yekê armanc dike
şêniyên efrînê koçber bike û herêmê tevlî nava xaka tirkiyê bike.
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya ku li Kampa Holê li dijî şaneyên daiş hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 20 an de berdewam dike .
Kongra
star îro bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî kir ku erkên xwe li hemberî
dosyaya çeteyên DAIŞ'Ê yên li kamp û girtîgehan pêk bîne û dewletên ku destekê
didin terorê darizînin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê amadekariyên xwe ji bo sala xwendinê ya 2022-2023`yan didomîne.
Îro, encumena zagonsaz a
herêma cizîrê rûniştina xwe ya 10'emîn li avahiya xwe ya li bajarê Amûdê li dar
xist.
Cotkar
bi berdewamî berhemên xwe yên pembo radestî navenda wergirtina pembo ya bajarê Hesekê dikin,
ku rêveberê navendê piştrast kir ku heta niha 150
ton wergirtine.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a
Efrînê Ibrahîm Şêxo têkildarî binpêkirin û avakirina mitîngehan li efrîna
dagirkirî ji ROJAVA TV re nirxandin kir.
dewleta
Tirk a dagirker bi armanca berfirehkirina qada dagirkeriya xwe li herêmê di êrîşên
li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina herêmên nû de berdewam e,
Bi taybetî Til Temir û Zirganê.