NÛÇE
Li
navçeya til temir jî jin ji bo şermezar kirina kuştina jîna emînî çalakiyeke
şermezarkirinê li dar xistin û serhildanên li rojhilatê kurdistanê û îranê
silav kirin .
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya
Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku hejmara kesên ji ber nexweşiya
kolerayê mirine gihişte 17 kesî .
Di pêşxistina sektora tendursitiyê li bajarê Reqayê de, roleke girîng û aktîv a jinan heye.
Di kampa Holê de, bi taybet di fîza El Muecîrat de îdyolojiyek herî tundraw tê perwerdekirin û belav kirin û ew îdyolojî di fîza 5'an ya kampê de dikeve piratîkê..
Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd îşaret bi xetereya kampa holê kir û diyar kir "Ev kamp xeteriyeke mezin li ser hemûmirovahiyê û welata ye û divê rêxistinên mafên mirovan bi erkên xwe rabin".
Bi nêzîkbûna sala 3yan a dagirkirina bajarê Girê Spî, şêniyên Girê Spî yên ku li kampa Til El-Semin dijîn, nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk a dagirker û pêvajoyên guhertina demografîk dan û daxwaz ji Civaka Navdewletî kirin ku ji bo vegerandina bajar û gundên xwe yên dagîrkirî zextê li Tirkiyê bikin.
mihrîcana
zarokan a 3emîn di bin sîwana kevana zêrîn li gel Tevgera Çand û Hunerê ya
herêma efrînê li hola Mîtan ya li navçeya ehdas a kantona şehbayê hate
lidarxistin .
jinên
ermen yên bajarê Qamişlo Kuştina jîna emîn bi tundî şermezar kirin û tekez
kirin ku Dîroka rejîma Îranê bi qirkirin û binpêkirina gelan, bi taybet
qirkirina gelê Kurd têr û tijȋ ye..
gerînendeya
sotemeniyê ya kantona hesekê 15 hizîranê dest bi belavkirina mazota zivistanê
kiriye û heta niha belavkirin berdewame
.
Ev zêdetir ji 2 mehan in careke din dewleta Tirk ava
Stasyona Elokê bi temamî li ser kantona Hesekê qut kiriye.
Her ku diçe nerazîbûnên li
dijî kuştina Jina Kurd Jîna Emîne zêdetir dibin, têkildarî mijarê Jinên ji
pêkhateya Ereb ên bajarê Tebqayê ji Rojava TV re axivîn.
ji bo pêşxistina
hunera wênexêziyê, Komîna wênexêziyê di Tevgera Çand û Hunerê de pêşangeheke
hunerî li kampa Serdem ya kantona Şehba vekir.
Di bin navê qada naskirina Êzidiyan de û di çarçoveya
projeya dawî ya Zehret El-Zeytûn ya Saziya Êzidîna de, pêşangehek pirtûkan ji bo naskirina ola Êzîdî hate
vekirin..
Têkildarî
şermezarkirina kuştina jina kurd Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê polîsên exlaq
yên Îranê ve Encumena Jin a kantona Şehbayê li navçeya fafînê daxuyaniyek da.
Endamên
kombûna Jinên Zenûbya ya bajarê Tebqa û Dêrazorê diyar kirin ku kuştina jinan
ji aliyê hêzên Rêjîma Îranê ve koledarkirina jinan û tirsandina tevgerên jinên
azad, nîşan dide.
Şêniyên
navçeya Til Temirê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê û
Tecrîda Girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, xwepêşandanek li dar
xistin..
Rêxistinên jinan li bakur û roijhilatê sûriyê kuştina
jina kurd Jina jîna emînî şermezar kir her wiha bang li tevahî jinên cîhanê û
rêxistinên jinan kir ku li hember kiyarên derheqê jinan de bêdeng nemînin.
Têkildarî
Belavbûna Nexweşiya Kolêra Li Bakur Û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Tenduristiyê ya
Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.
Endamê Tevgar Çand û Hunera Demokratîk hunremend Rêber Îsa
ku di 18’ê Îlonê de dema li ser erka xwe bû di encama qezayeke tirafîkê de
jiyan xwe ji dest da, li navçeya Amûdê ji aliyê TEV- ÇAND ve bi merasîmeke bi
heybet hat veşartin.
Bi destpêkirina mûsima çinîna Pembo re, navenda wergirtina
pembo ya li Reqayê berhemên cotkarên herêmê werdigire.